"Plangeriyek kûr li ser gelê Kurd heye"
Karmendên navçeya Daqoqê bi tundî helwestên hikûmetê şermezar dikin û nêzîkatiyê wan na pejirînin. Ji bo vê dibêjin; "Plangeriyên gelek kûr li ser tevahî Kurdan heye."
Karmendên navçeya Daqoqê bi tundî helwestên hikûmetê şermezar dikin û nêzîkatiyê wan na pejirînin. Ji bo vê dibêjin; "Plangeriyên gelek kûr li ser tevahî Kurdan heye."
Di Başûrê Kurdistanê de gel ji bo mafê xwe rabûne ser lingan. Tevlîheviya ku di Başûrê Kurdistanê heye bi awayekî dijwar bandora xwe li ser civakê û jiyanê jî dike. Karmend û mamosteyên ku ev çend meh in mûçeyên xwe negirtine li hember vê di nava raperînê de ne. Welatiyên navçeya Daqoqê ya girêdayî bajarê Kerkûkê piştgirî didin xwepêşanên tê kirin
'EV XWEPÊŞANDAN JI BO GELÊ BAŞÛR GELEKÎ BAŞ E'
Sêwan Kakaî ji bo xwepêşandanên heye hêviyên xwe dan diyar kirin. Sêwan Kakaî got, "Hêviyên min ew e ku ev xwepêşandanên li hember bê neheqtiyê tên kirin bigihije serketinê. Ev xwepêşandan ne li hember mêtingertiya ku di Başûrê Kurdistanê de heye pêşketiye. Em hêvîdikin ku ev çalakî bi awayekî demokrasî çareser bibe û çalakvan jî dawî li çalakiyên xwe neynîn." Kakaî bal kişand li ser plangeriya ku li ser her çar parçeyê Kurdistanê heye. Ji bo vê Sêwan Kakî got; "Ez hêvî dikim ku bi destê Kurdan xwîna hev neyê rişandin, daxwaza me ew e ku ev xwepêşandan bibe wesîleya pêşketininên nû di Başûrê Kurdistanê de." Kakaî di dawiya gotinên xwe de li ser xala yekitiya di nava Kurda de were avakirin sekinî û got; "Em dizanin ku di Rojhilata Navîn de plangeriyên gelek kûr hene, bi taybetî jî li ser gelê Kurd. Ev plangerî di her parçeyekî de cûrek cuda dimeşe."
'DIXWAZIN ŞEREKÎ NAVXWEYÎ DERXÎNIN'
Welatiyê bi navê Abullah jî nêzîkatiyê ku hikûmet li hember xwepêşandanan nîşan dide bi tundî şermezar kir. Abdulah got; "Xwepêşandan li hember desthilatdariyê tên kirin. Ev jî mafekî gelek xwezayî ye. Di van xwepêşandanan de gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Ev têşe tu ferqa xwe ji perçeyên din tê kirin nîne. Heman rêbaz tê meşandin." Abdulah ji bo desthilatdariya ku li ser tevahî Kudan tê meşandin wiha dibêje; "Ev desthilatdarî li her derê Kurdan bi şêwazên cuda dikuje. Pêwîste haya gelê Kurd ji vê hebe. Destdirêjî li her tiştê me tê kirin." Abdulah di dawiyê de got; "Li Başûrê Kurdistanê gelek teşkîlat û îstîxbaratên dewletên ecnebî hene. Bêguman destê wan jî di nava gelek tiştan de heye. Kîjan hizb dibe bila bibe pêwîste em destûr nedin di nava me de şerekî navxweyî derxînin."
'MÎNA PDK'Ê ME DEST JI ŞENGALÊ BERNEDAN'
Ciwanê bi navê Elî ji bo hikûmeta herêmê van gotinan dide diyar kirin; "Eger nikare xwedî li vîna gel derbikeve bila îstifa bike, ez dikarim di cihê wê de kar û xebatan bikim. Ji ber ku gel bi vîna xwe rabûye li ser lingan." Elî bi vî awayî dawî li gotinên xwe anî; "Me weke PDK'ê, li Şengalê gelê xwe neterikan."