Leşkerên Tirk îşkence li ciwanekî Rojavayî kirin

Leşkerên artêşa Tirk ciwanekî Efrînê li sînor girtin û bi rengekî hovane, îşkence lê kirin.

Leşkerên artêşa Tirk ciwanekî Efrînê li sînor girtin û bi rengekî hovane, îşkence lê kirin.

Ciwanê bi navê Dilşor Mihemed ê 28 salî yê ji gundê Calo yê Navçeya Raco ya Efrînê dema ku hewl dida di sînor re derbasî Bakurê Kurdistanê bibe, ji aliyê leşkerên artêşa Tirk ve hat girtin û îşkence lê hat kirin.

Ciwanê ku li Nexweşxaneya Avrîn tê dermankirin, diyar kir ku piştî ku leşkeran îşkence lê kirine, ew avêtine aliyê sînor ê Efrînê û piştre welatiyan ew rakirine nexweşxaneyê.

Li gorî bijîşkan Mihemed ji serê xwe birîndar bûye, lê rewşa wî niha baş e û ew di bin çavdêriya bijîşkan de ye.