Hozat: AKP ji bo pêşî li bêçalakîtiyê bigire, li Enqereyê komkujî kir

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat destnîşan kir, ku berpirsyarê komkujiya 10'ê Cotmehê ya li Enqereyê, AKP û Erdogan in.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat destnîşan kir, ku berpirsyarê komkujiya 10'ê Cotmehê ya li Enqereyê, AKP û Erdogan in.

Hozat di nivîsa xwe ya îro ya li rojnameya Ozgur Gundemê de diyar kir ku AKP'ê biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê nedixwest û ji bo pêşî li vê biryarê bigire, komkujiya li Enqereyê kiriye.

Nivîsa Besê Hozat a bi sernavê 'Komkujiya Enqereyê, çîroka hilweşîna AKP'ê ye' bi vî rengî ye:

"Tevgera Azadiyê ya Kurd, biryara xwe ya bêçalakîtiyê di 10'ê Cotmehê de ji raya giştî re aşkera kir. Heman rojê, yek ji mezintirîn komkujiyên bi xwîn ên dîroka Komarê li Enqereyê qewimî. Ez vê komkujiya hovane û namerdî ya her kes hejand û berpirsyarê komkujiyê AKP'ê lenet dikim. Li pêşberî bîranîna şehîdên aştiyê bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Soza pêkhatina xeyalê welatekî demokratîk û jiyaneke azad a ku hesreta her yek ji wan bû, didim. Erdogan û AKP wê hesabê vê komkujiyê bi awayekî gelekî giran bidin. Kêliya ku li Enqereyê bombe lê teqiyan, lez da pêvajoya bedeldayînê ya AKP'ê. Ji ber ku ev komkujî ji aliyekî ve, çîroka hilweşîna AKP'ê vedibêje.

Bi komkujiya Enqereyê re, ku nuqteya herî tirsnak a rêze komkujiyan e, AKP'ê di nava civakê de ji her alî ve rewabûna xwe winda kiriye. Yekane berpirsyarê vê komkujiya hovane Erdogan û AKP ne. Gladyoya Erdogan-AKP'ê ew hêza ku ev komkujî kiriye. AKP bi gotina 'êrîşa terorê' re nikare ji xafil ve xwe mafdar nîşan bide û hedefeke şaş nîşan bide. Kujer AKP ye. Eger wê li terorîstekî bê gerîn, hingî terorîst Erdogan û AKP ne. Êdî yafta DAIŞ'ê nikare AKP'ê rizgar bike, ji ber ku AKP bi xwe DAIŞ e. Çawa ku Komkujiya Pirsûsê ji aliyê gladyoya Erdogan ve hat kirin, Komkujiya Enqereyê jî ji aliyê heman gladyoyê ve hatiye kirin. Ev gladyo bi mehan e li bajarên Kurdistanê komkujiyan dike.

Armanca vê komkujiyê diyar e, dema pêkhatina wê jî rasthatin nîne. Ji ber ku em gelekî baş dizanin ku ji hefteya destpêkê ya meha Cotmehê û pê ve li nava raya giştî gelek nîqaş hatin meşandin li ser îlana bêçalakîtiyê ji aliyê KCK'ê ve. Van nîqaşan di nava civakê de erê li ber eleqe û kelecaneke mezin vekir. Rêveberiya AKP ji van nîqaşan gelekî aciz bû û ev aciziya xwe jî bi awayekî gelekî vekirî bilêv kir. Di roja destpêkê ya nîqaşan de Yalçin Akdogan got, 'Ji tiştên bi vî rengî em têr in. Em ê şer dewam bikin'. Bi vî rengî da xuyakirin ku senaryoyên nû di dewrê de ne. Du roj heman piştî vê daxuyaniyê, di roja ragihandina biryara bêçalakîtiyê de li Enqereyê komkujî hat kirin û heman rojê di êrîşa hewayî de li bejahiya Colemêrgê 8 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. Piştî rojekê jî li Ofîs, Baglar û Sûrê yên Amedê, her wiha li gelek cihên din êrîş û komkujî li hemberî gel hat kirin.

AKP'ê nedixwest KCK biryara bêçalakîtiyê ragihîne. Bi şiklekî dixwest pêşî li vê bigire. Ji ber ku ev biryar wê hemû hesabên qirêj ên AKP'ê aşkera bikira; zexta civakê ya li ser AKP'ê zêdetir bikira. Hemû demokrasî û aştîxwaz wê ji AKP'ê bixwasta; dawî li şer bîne û ji bo pêvajoyeke demokratîk a hilbijartinê pêk were, bikeve nava hewldanan. AKP'ê bi Komkujiya Enqereyê re hewl da pêşî li vê bigire. Her wiha hewl da dengê demokrasî û aştîxwazan bibire, civakê bi temamî çavtirsandî bike, bieciqîne û teslîm bigire. Lê bi ser neket û wê ti carî bi ser nekeve. Ji ber ku AKP hildiweşe. Sîstema dewleta mêtînger a înkar û tinekirinê hildiweşe. Hêzên demokrasî, aştî û azadiyê dixwazin, xurt dibin.

Demokrasî û aştîxwaz, wê teqez li hemberî konsepta şer a Erdogan û AKP ên dane dû dîktatoriyê, bi awayekî topyekûn li ber xwe bidin. Her kes wê bi bilindkirina têkoşîna demokrasî û aştiyê re, li hemberî komplo û hîleyên hilbijartinê yên AKP'ê, wê di 1'ê Mijdarê de AKP'ê, destekdarê wê MHP û îdeolojiya wan a yekperest-nîjadperest di sindoqan de bifetisînin. Hêzên demokrasiyê wê vîna gel bikin desthilatdar.

Her kes teqdîr dike ku Tevgera Azadiyê ya Kurd, tevî rîskên gelekî mezin jî biryara bêçalakîtiyê îlan kiriye. Ji ber ku dewleta Erdogan a faşîst, bêyî hiqû, pîvan, exlaq û nirxan nas bike, êrîşî Kurdan, hêzên demokrasî, aştî, azadî wekhevî û edaletê dixwazin, dike. Gladyoya ku Erdogan bi diravdaniya nixumandî ava kiriye, li pêş çavên tevahiya cîhanê bombeyan li bajarên Kurdan dibarîne û sivîlan qetil dike. Li navenda Enqereyê komkujiyeke tirsnak û hov dike.

Hemû hewldanên Erdogan ji bo tepisandina mûxalefeta demokratîk e. Ji bilî alîgirên xwe, mafê jiyanê ji kesî re nas nake. Ji vê wêdetir dixwaze şerê Tirk-Kurdan derxîne. Dixwaze şer ji şerê dewletê yê li hemberî gelê Kurd û PKK'ê wêdetir bike şerê di navbera gelan de. Armanca van hemû komkujiyan ev e.

Weke ku Rêber Apo anî ziman, ku rûpelên dîrokê gelek caran îspat kiriye ku eger 'tu heman rêyê bi kar bîne, tuyê bigihêjî heman cihî'. Mixabin AKP'ê jî ji dîroka komarê ya bi xwîn, ti ders dernexistiye. Mîna desthilatdariyên faşîst ên beriya xwe, heman rêyê bi kar tîne û digihêje heman cihî.

Çavkanî: Ozgur Gundem