KCK: Komkujiya Enqereyê, encama polîtîkayên hundir û derve yên AKP’ê ye

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, diyar kir ku komkujiya 10’ê Cotmehê ya li Enqereyê pêk hat encama polîtîkayên hundir û derve yên AKP’ê ye.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, diyar kir ku komkujiya 10’ê Cotmehê ya li Enqereyê pêk hat encama polîtîkayên hundir û derve yên AKP’ê ye.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bal kişand ser pêla binçavkirin û girtinan a hikûmeta AKP’ê li hember siyasetmedarên Kurd daye destpêkirin û got: “Ji gotinên Davûtoglû tê fêmkirin ku, li Tirkiyeyê demokrasî tenê ji DAIŞ’iyan re heye.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, têkildarî komkujiya Enqereyê, operasyonên qirkirina siyasî û hilbijartina 1’ê Mijdarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: ‘Berpirsyarê kaos, zext û atmosfera siyasî ya acizandinê hikûmeta AKP’ê ye. Hem ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd, hem ji bo hikûmeta AKP’ê di desthilatdariyê de bê hiştin li hember Tevgera Azadiyê ya Kurd û hêzên demokrasiyê şerekî qirêj hatiye destpêkirin. Zextên li hember gel, komkujiyên pêk tên, encama polîtîkayên Tayyîp Erdogan û hikûmeta AKP’ê ne. Komkujiya Enqereyê di encama polîtîkayên hundir û derve yên AKP’ê pêk hatiye. Şer polîtîkayên ku bi amûrên şîdetê tê meşandine. Komkujiya Enqereyê jî wek polîtîkayekê derdikeve pêşiya me. Hikûmeta AKP’ê komkujiya Enqereyê jî veguherandiye firsendekê. Piştî komkujiya Enqereyê bi dehan şaredar, bi sedan HDP’yî hatine girtin. Di encama ku her roj girtin çêdibin, tê vê wateyê ku beriya hilbijartinê hema hema ti hevşaredar wê li derve neyên hiştin. Rêveberiyên xwecihî yên wê bibin yek ji lingên demokrasiya xwecihî ya li Kurdistanê tê felckirin, tê xwestin ku hêzên demokrasiyê bên lewazkirin û her biçe tesfiye bikin.”

KCK’ê diyar kir ku komkujiya Enqereyê li ser gelên Tirkiyeyê zexteke travmatîk ava kiriye û bi bîr xist ku bûye yekane rojeva Tirkiyeyê.

KCK’ê wiha dewam kir: “Hikûmeta AKP’ê ev rewş veguherandiye firsendê di serî de hevşaredar berê xwe daye siyasetmedarên li Kurdistanê. Dîsa di atmosfera zêde ya rojevê de zextên li hember gel zêde kiriye. Di nav vê rojeva zêde ya komkujiya Enqereyê de wer tê fikirandin ku ev girtin û zext wê nebin nûçe û rojev û diçin ser hêzên demokrasiyê. Di her firsendê de ku girtin û zextan zêde dikin, di encama polîtîkayên pelçiqandina Tevgera Azadiya Kurd û hêzên demokrasiyê de pêk tê.

DIVÊ TESLÎMÎ ZÎHNIYETA AKP’Ê NEBIN

Ewqas siyasetmedar û şaredar hatin girtin, ev bi xwe hilbijartina bê wate dike, nîşan dide ku siyaseta demokratîk ji bo Tirkiyeyê zêde wateya xwe tineye. Lewre partî û hilbijartin bûne amûrên xapandina cîhanê û zextên hundir nixumandinê wek amûrên şerê taybet dixebitin. Sala 1946’an Tirkiye bi vê sedema şerê taybet û xapandinê derbasî pêvajoya siyasî ya gelek partiyan bû, 70 sal ser bihurî ye jî dîsa jiyana siyasî ya gelek partiyan û hilbijartinan di wiha bikaranînê de israr dike. Diyar e ku heta pirsgirêka Kurd çareser nebe û Turkiye demokratîk nebe, ev zîhniyet û polîtîka naşkên. Lê divê mirov teslîmî zîhniyet û polîtîkayên wiha nebe. Pêwîst e dema şaredar û siyasetmedar hatin girtin, gelê Kurd li her derê helwestên xwe yên demokratîk deynin holê. Divê nehêlin siyasetmedarên Kurd, siyasetmedarên demokratîk bi hêsanî bên girtin. Pêwîst e gel di bin her şert û mercî de li îradeya xwe ya siyasî xwedî derkeve.

‘DEMOKRASÎ TENÊ JI BO DAIŞ’Ê HEYE’

Di dewama daxuyaniyê de Hevserokatiya Desteya Rêveberiya KCK’ê bal kişand ser hilbijartinên 1’ê Mijdarê jî û der barê mijarê de ev peyam da:

“Ger wê li Tirkiyeyê wateya hilbijartin û siyaseta demokratîk hebe, divê destûr neyê dayin ku şaredar û yên hilbijartî bên girtin. Rêya destpêkê xwedî li destketiyên demokratîk derketin û demokrasî pêşxistin ev e. Bê ku xwedî li siyasetmedarên demokratîk derketin demokratîkbûyin pêş nakeve. Demokratîkbûyin pêş nekeve jî pirsgirêkên esasî yên Tirkiyeyê çareser nabin. Derdorên li cîhanê û Tirkiyeyê yên demokrasiyê dixwazin divê van girtinan qebûl nekin. Kesên banga bê çalakbûyinê li Tevgera Azadiya Kurd kirin, divê di serî de li hember van girtinan xwedî helwest bin.

Ji axaftinên Davûtoglû jî aşkera ye ku li Tirkiyeyê demokrasî tenê ji DAIŞ’ê re heye. Polîtîka û zîhniyetek ku bi mejî xwendinê ve ji welatparêzan, demokratan û Kurdan re dibêje ti dikare çalakiyê pêk bîne, wan digire û îşkence dike; heman zîhniyet dibêje heta nekevin tevgerê em nikarin komkujeran bigirin. Ma wê nepirsin, bi hezaran siyasetmedarên Kurd, rojnamevan, parêzer, nivîskar, xwendekar çawa hatin girtin? Kesekî ku tê texmînkirin wê tevlî meşê bibe tê girtin, lê yekî ku tê zanîn wê komkujiyê pêk bîne nayê girtin, ev zîhniyeta AKP’ê nîşan dide. Kesên ku komkujiyê pêk bînên ji ber ku nikarin bê girtin, vê komkujiyê hikûmetê pêk aniye, daye pêkanîn. Ango dibêjin heta cihê komkujiyê me refakat bi bombekar re kiriye.

Ev zîhniyet bombekaran nagire, lê îradeyên siyasî yên gel şaredar û bi hezaran siyasetmedarî digire. Pêwîst e li hember vê hikûmeta ku rewabûna xwe winda kiriye û xwedî vê zîhniyetê ye bertek bên nîşandan û bê xwestin ku tavilê şaredar û siyasetmedar bên berdan.”

PÊWÎST E HER KES LI HEMBER VAN OPERASYONÊN QIRKIRINA SIYASÎ BISEKINE

Hevserokatiyê diyar kir ku wek KCK alîgirên çareseriya siyaseta demokratîk in û wiha berdewam kir: “Lê ji bo demokratîkbûyina Tirkiyeyê û pirsgirêkan di bingeha demokrasiyê çareser bikin, divê destpêkê li hember van operasyonên qirkirinên siyasî bên sekinandin. Li hember van operasyonên qirkirinên siyasî têkoşînek aktîf pêş nekeve, wê bangên li Tevgera Azadiya Kurd ti wateyên xwe tinebin. Lewma îlankirina bê çalaktiyê ji aliyê mûxataban ve cîdî nayê girtin û li her derê operasyonên leşkerî û êrîş bi dijwarî didomînin. Pêwîst e gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê xwedî li vê bêçalaktiyê derkevin û ji bo hilbijartin di atmosferek ewle de çêbibin divê li hember êrîş û operasyonên leşkerî helwestên xwe deynin holê.”