YPG’ê hewldana çeteyan a ketina Girê Spî asteng kir
Navenda Çapemenî û ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyekê encamên şerê dawiyê ragihand. YPG’ê diyar kir ku li bajarê Girê Spî 2 çeteyên DAIŞ’ê û li Helebê jî çeteyekî El-Nusra hatiye kuştin.

Di daxuyaniya Navenda Çapemenî û Ragihandina YPG’ê ya der barê şerê dawiyê de wiha ye: “Di 13’ê Cotmehê de çeteyên DAIŞ’ê li hember bajaroka Girê Spî ya giredayî Kobanê hewl dan êrîşekê li dar bixin.
Koma çeteyan a ji 4 kesan pêk dihat bi kincên sivîl ketine bajarok û bi awayekî 2 kom belav bûn. Koma yekemîn hemwelatiyekî me yê di nava bajer de şehîd xist. Hêzên me li hember van çeteyan li vir operasyonek li dar xist û şerekî demkurt hat jiyîn. Di encama vî şerî de 2 çete hatin kuştin.
Piştî vî şerî, ji bo girtina her 2 çeteyên din hêzên me li bajar û derdorê bajar operasyonek pêk anî. Di encamê de her du çeteyên din li gundê Eyn Erûs ê giredayî bajêr hatin zeftkirin û dîl hatin girtin.
Di vê operasyonê de hevalekî me ye li hember êrîşên çeteyan erka xwe ya parastinê bi cih dianî bi lehengî şer kir û gihişt şehadetê.
Di 13’ê Cotmehê de jî çeteyên El Nusra li hember gundê Pino ya girêdayî Taxa Şêxmeqsûd a Helebê hewl dan êrîşekê li dar bixin. Hêzên me komên çete di cih de peyda kirin û li hember wan operasyonek li dar xist. Di encama operasyonê de çeteyek hate kuştin, çeteyên din jî neçar man ji qadê birevin.
Piştî êrîşên çeteyan 12’ê Cotmehê li rojhilatê bajaroka Eyn Îsa operasyonek hat lidarxistin, hêzên me li qadê operasyonek lêgerîne destpêkirin. Di encama vê operasyonê de hêzên me 3 kleş, 1 roketavêja B7, dûrbînek termal û bêtelek çeteyan bi dest xistin.”