Cenazeyê şervana YPJ'ê Evîn Hesekê hat veşartin

Şervana YPJ'ê Henadî Mûhammed Hesen (Evîn) a ji ber qezayekê jiyana xwe ji dest da, li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiye ya Hesekê bi merasîmeke girseyî hat veşartin.

Şervana YPJ'ê Henadî Mûhammed Hesen (Evîn) a ji ber qezayekê jiyana xwe ji dest da, li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiye ya Hesekê bi merasîmeke girseyî hat veşartin.

Di merasîmê de, nûnerên saziyên li bajêr, saziya Malbatên Şehîdan, PYD û TEV-DEM'ê amade bûn.

Li ser navê YPJ'ê Zîlan Bêrîvan li merasîmê peyivî û got, "Bi saya hevrêyên xwe yên jin ên li Rojava şehîd ketine, jinên cîhanê êdî ber bi jiyaneke azad ve dimeşin. Bicihanîna xewn û xeyalên azadiyê yên hevrêyên me, wezîfeya me ya herî pîroz e. Ji ber vê yekê weke YPJ em ê heta dawiyê bidin ser şopa hevrêyên xwe yên şehîd." Bêrîvan anî ziman kuş oreşa Rojava şoreşeke jinê ye û got, "Em îro hevrêyeke xwe ya ji pêkhateya Ereb vedişêrin. Ev yek rastiya şoreşa Rojava radixe pêş çavan."

Li dû axaftinan, cenazeyê şervana YPJ'ê Henadî Mûhammed Hesen hat veşartin.

...