KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Çarçela pevçûnên dijwar
Artêşa Tirk îşev li hember Çarçela ku êrîş dan destpêkirin, berxwedana gerîlayan a li hember van êrîşan didome. -
Li Dihê 20 kes hatin binçavkirin
Di çarçoveya operasyonên qirkirinên siyasî yên duh li Dihê ya Sêrtê destpê kirin de, hejmara kesên hatine binçavkirin gihişt 20’an. -
Hêlîn a ji aliyê polîsan ve li Sûrê hat qetilkirin spartin axê
Zaroka bi navê Hêlîn Şen (12) a ku bi guleya sekvanan jiyana xwe ji dest da li Goristana Yenîkoyê ji aliyê jinan ve hat oxirkirin. -
Hevşaredara Erdîşê Keskîn hat binçavkirin
Hevşaredara Erdîşê Dîba Keskîn bi hinceta "îxbar heye" ji aliyê polîsên hatin şaredariyê ve hat binçavkirin. -
Gelê Amedê ber bi Sûrê ve dimeşe êrîşên dijwar hene
Gelê Amedê ji bo protestokirina dorpêça dewletê ya li navçeya Sûrê, ji Yenîşehîr, Kayapinar û Baglar dest bi meşê kir -
Ji bo şehîdên Enqereyê li Riha û Semsûrê merasîm
Cenazeyên Başak Sîdar Çevîk, Nurgul Çevîk û Yilmaz Elmascan li Pirsûsê û cenazeyê Yunus Delîce jî li Semsûrê hatin definkirin. -
Nasnameya gerîlayê di operasyona Geliyê Şîlo de jiyana xwe ji dest da hat aşkerakirin
Fermandariya HPG’ê ya Şengal, diyar kir ku gerîla Nafzullah Çadir ê bi nasnav Agir Urfa ku tevlî pêngava YBŞ’ê ya bi armanca rizgarkirina Geliyê Şîlo yê di navbera Şengal û Rojava de ye bibû jiyana xwe ji dest daye. -
Operasyon û bomberdûmana artêşa Tirk didome
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku hêzên dewleta Tirk di serî de qadên Çarçela û Herekol li Amed û gelek qadan bomberdûman û operasyonan didomîne. -
Li Kerboranê 3 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Kerboranê di roja 3'yemîn a qedexeya derketina kolanê de polîs bi çekên giran êrîşên xwe didomînin û li navçeyê dest bi serdagirtina malan kirin. Hat ragihandin ku heta niha 3 welatî hatine binçavkirin û tê payîn ku ev hejmar zêdetir bibe. -
Li herêmên gerîla tevgera balafirên şer û yên keşfê
Tevgera hewayî ya artêşa Tirk li herêmên gerîlayan didomin. -
'Yên Hêlîn Şen a 12 salî qetil kirin, kujerên Qesrê ne'
Apê Hêlîn Haret Şen a 12 salî ya li navçeya Amed Sûrê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin Mûharrem Şen got, "Yên ku biraziya min qetil kirin, kujerên Qesrê ne. Wê hesabê biraziya min a 12 salî bidin." -
Komkujiya Enqere li Mêrdînê hat protestokirin
Li Mêrdînê di pêşengiya KESK, DÎSK, TTB û TMMOB’ê de bi tevlîbûna hezaran meşek hat lidarxistin. Di meşê de komkujiya Enqereyê hat protestokirin. -
Li Amedê bi hezaran kes ber bi Sûrê ve dimeşin
Bi hezaran kesên li ber AZC Plaza kom bûn ber bi Sûra ku hêzên dewletê ev 3 roj in dorpêç kirine û hewl didin komkujî pêk bînin meşiyan. -
Cenazeyê "Şehîdê Aştiyê" Ramazan Tûnç hat veşartin
Cenazeyê Ramazan Tûnç ê ku di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest da, li taxa Kisor a ser bi navçeya Wan Miksê hat veşartin. -
Serokê Parlamentê: Em ê Hewlêrê ji dagirkeriya PDK'ê rizgar bikin
Serokê Parlamenta Başûrê Kurdistanê Dr. Yûsûf Mihemed ê ku hêzên PDK'ê nehiştin ew bikeve nava bajarê Hewlêrê, ev bûyerên diqewimin weke darbeyê bi nav kir û got, "Em ê Hewlêrê ji dagirkeriya PDK'ê rizgar bikin." -
Ji KJA ji bo şehîdên aştiyê bangawazî
Kongreya Jinên Azad (KJA), li hember komkujiya li Enqereyê banga rawestandina jiyanê, xwedîderketina li cenazeyan û tevlîbûna grevê kir. -
Li Mûşê operasyona leşkerî
Li herêma navbera navçeyên Mûş Gimgim û Kopê, artêşa Tirk bi beşdariya bi sedan leşkeran dest bi operasyoneke mezin kir. -
Li Başûr rewş aloztir dibe: Serokê Parlamentê vegeriya Silêmaniyeyê
Serokê Parlamenta Başûrê Kurdistanê Yûsûf Mihemed ê ji ber astengiya hêzên asayîşê yên PDK'ê nikarî biçe Hewlêrê, vegeriya Silêmaniyêye. -
KNK: Krîza li Başûr zerarê dide doza Kurdistanê, divê rewş bê aramkirin
KNK'ê da xuyakirin, ku krîza heyî ya li Başûrê Kurdistanê bi ti awayî xizmetê ji doza Kurdistanê ya li hundir û derveyî welat nake û got, "Aramkirina rewşê û guhdarîkirina li daxwazên gel, erkekî neteweyî û niştimanî ye." -
Karayilan: Ji bo wesiyeta şehîdên Enqereyê em ê biryara bêçalakîtiyê bixin meriyetê
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karaylian, bi wesîleya biryara bêçalakîtiyê ya rêveberiya KCK'ê, ku di 10'ê Cotmehê de îlan kir, ji gerîlayên Kurdistanê re axivî. -
Şervana YPJ’ê spartin axê
Welatiyên Kobanê û Girê Spî cenazeyê şervana YPJ’ê Fatima Hesen bi merasîmekê oxir kirin. -
Komkujî ji aliyê AKP û Erdogan ve hat plankirin û pêkanîn
Koordînasyona PAJK'ê diyar kir ku rêxistina tarî yıa kontra û komploger AKP û reîsê wê Tayyîp Erdogan, tevî saziyên xwe Wezareta Karên Hundir û MÎT'ê, komkujî plan kirine û pêkanîne. -
Li Geverê operasyon
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên HPG'ê hatin wergirtin, li hemberî artêşa Tirk a li qada Bînbîr a Geverê derket operasyonê, hêzên gerîla çalakiyek pêk anîn. -
Serokê Meclîsê nikarî bikeve nava Hewlêrê!
Serokê Parlamenta Başûrê Kurdistanê Dr. Yûsif Mihemed û komek ji heyeta parlamenterên Tevgera Goran a pê re, ji ber astengiya hêzên PDK'ê nikarîbûn bikevin nava bajarê Hewlêrê. -
Biçûkê qurbaniyên komkujiyê li cem bavê xwe hat veşartin
Aycan Kaya, Îbrahîm Atilgan û kurê wî Veysel Atilgan ê 9 salî yê di teqînên li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, li Êlihê hatin veşartin.