Ji KJA ji bo şehîdên aştiyê bangawazî

Kongreya Jinên Azad (KJA), li hember komkujiya li Enqereyê banga rawestandina jiyanê, xwedîderketina li cenazeyan û tevlîbûna grevê kir.

Kongreya Jinên Azad (KJA), li hember komkujiya li Enqereyê banga rawestandina jiyanê, xwedîderketina li cenazeyan û tevlîbûna grevê kir.

KJA di daxuyaniya nivîskî ya weşand de got: "Êrîşa xayîn û hov a li hember Mîtînga Ked, Aştî û Demokrasiyê em jin ji kûrahî bandor kiriye.  Hêzên qetlîamker ên tehemûlî masûmiyetê, aştî, demokrasî, xwişk û biratê nekirine li navenda Enqereya paytexta Tirkiyeyê xwestine aştiyê qetil bikin.”

KJA got ku hikûmeta AKP’ê heyî ya dibêje, “hikûmeta hilbijartinê ye” û êrîşê wek “êrîşeke terorîst” bi nav dike bi qasî ku nikare ser zeafiyeta ewlekariyê binixumîne nikare xwe ji berpirsyatiyê rizgar bike. 

KJA got,  "Em wek jinên KJA bang li tevayî jinan dikin ku vê çalakiya bi wijdan a gelan dewr bigire, jiyanê rawestîne û xwedî li aştiyê derkeve.

KJA di dawiya daxuyaniya xwe de li hember komkujiya li Enqereyê banga rawestandina jiyanê, xwedîderketina li cenazeyan û tevlîbûna grevê kir.