Ji bo şehîdên Enqereyê li Riha û Semsûrê merasîm

Cenazeyên Başak Sîdar Çevîk, Nurgul Çevîk û Yilmaz Elmascan li Pirsûsê û cenazeyê Yunus Delîce jî li Semsûrê hatin definkirin.

Cenazeyên Başak Sîdar Çevîk, Nurgul Çevîk û Yilmaz Elmascan li Pirsûsê û cenazeyê Yunus Delîce jî li Semsûrê hatin definkirin. Di merasîma cenaze bavê Çevîk Îzzettîn Çevîk diyar kir ku hevsera xwe ya birîndar li Enqere hişt û wiha got: "Zarokên me kevokên me wê wisa zû miriban. Ka kevok nedihatin qetilkirin?"

Cenazeyên Başak Sîdar Çevîk, Nurgul Çevîk û Yilmaz Elmascan ên di komkujiya Enqere de jiyana xwe ji dest dan li Taxa Alîgor a Pirsûsê ji aliyê hezaran kesan ve bi dirûşma, "Şehîd namirin" hatin pêşwazîkirin. Ji cenazeyan ê Elmascan serê sibê bi tevlîbûna deh hezaran kesan ji nexweşxaneyê hat wergirtin.

Cenazeyê Elmascan li Şehîdgeha Kobanê ya li ser riya Ziyaret piştî wecîbeyên olî hat definkirin. Piştî rêzgirtinê sirûda "Çerxa Şoreşê" hat xwendin.

Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Ziya Çalişkan di merasîma cenaze de axivî û wiha got: "Dîrok wê we bidarizîne. Dema qatil di dîrokê de tên windakirin hûn ê di dîrokê de bijîn." Parlamentera HDP'ê Leyla Guven jî got ew ê heya dawiyê meşa wan a azadiyê bidomînin.

Birayê Elmascan Mehmet Elmascan jî wiha got: "Hemû bi namerdî hatin qetilkirin. Em ê doza wan bişopînin."

Piştre girseyê cenazeyên Başak Sîdar Çevîk û Nurgul Çevîk ji nexweşxaneyê wegirtin û bi konvoyê birin Midêva Biçûk. Di ketina tax de bi deh hezaran kesan cenaze pêşwazîkirin û pişt re bi meşê birin goristanê. Piştî vecîbeyên olî met û xweze li cem hev hatin definkirin.

Piştî rêzgirtinê bavê Başak Sîdar Çevîk Îzettîn Çevîk axivî û diyar kir ku wî hevsera xwe ya birîndar li Nexweşxaneya Zanîngeha Hacetepeyê hişt. Çevîk kesên jiyana xwe ji dest dan weke "Kewokên aştiyê" pênase kirin û wiha got: "120 kewokên aştiyê qetil kirin. Ez rewşa dawî nizanim. Ez dîmenên hovîtiyê nikarin temaşe bikim. Ka kewok nedihatin qetilkirin? Sîdar hêj 23 salî bû. Bi hovît ew qetilkirin. Zarokên me ji me girtin."

Parlamenterê HDP'ê Îbrahîm Ayhan jî axaftinekî kurt kir.

DELÎCE BI TILÎLIYAN HAT DEFNKIRIN

Cenazeyê Yunus Delîce jî li bajaroka Komur a Semsûrê hat definkirin. Cenazeyê Delîce ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Semsûrê hat wergirtin û anîn bajaroka Komurê.Cenaze di ketina bajarokê de hat wergirtin û birin taxa Serîntepe. Pişt re birin goristanê û hat definkirin.

Dayika Delîce Nazîme Delîce piştî merasîma cenaze axivî û wiha got: "Te dilê me şewitand ti jî bişewitî."

Berdevkê KESK'ê yê Semsûrê Îzzettîn Karadag jî wiha got: "Em îro Yunus oxir dikin. Hêzên tarî yên Yunus qetil kirin ji deh hezaran kesên Yunus oxir dikin ditirsin." Namzetê HDP'ê Kemal Bulbul jî axaftinekî kin kir.

Xalê Delîce Riza Aydin jî got Yunus tenê şehîdê wan na yê hemû Kurdan e.