Komkujiya Enqere li Mêrdînê hat protestokirin
Li Mêrdînê di pêşengiya KESK, DÎSK, TTB û TMMOB’ê de bi tevlîbûna hezaran meşek hat lidarxistin. Di meşê de komkujiya Enqereyê hat protestokirin.
Li Mêrdînê di pêşengiya KESK, DÎSK, TTB û TMMOB’ê de bi tevlîbûna hezaran meşek hat lidarxistin. Di meşê de komkujiya Enqereyê hat protestokirin.
Li Mêrdînê di pêşengiya KESK, DÎSK, TTB û TMMOB’ê de bi tevlîbûna hezaran meşek hat lidarxistin. Di meşê de komkujiya Enqereyê hat protestokirin.
Biryara çalakiya greva destberdana ji kar a 12-13’ê Cotmehê ya ji aliyê KESK, DÎSK, TTB û TMMOB ve hat dayîn, li Merdînê pêk hat. Karkerên şaredariyan ên li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û Artûklû kom bûn, ber bi Platforma Şaxên KESK’ê ya Merdînê meşek hat lidarxistin. Bi hezaran kesên bi pêkhateyên KESK’ê re hatin gel hev, pankartên “Êşa me mezin, hêrsa me jî. Em xemgîn in, em di îsyanê de ne, em ê hesab bipirsin” vekirin dirûşmên “Diz qatil Erdogan”, “Wê Kurdistan ji faşîzmê re bibe gor” gotin. Bi hezaran kesên gihiştin Cadeya Valî Ozan, bi sedan xwendekarên di pêşengiya Komeleya Xwendekaran a Demokratîk a Zanîngeha Artûklû de meş li dar dixistin hatin gel hev û ber bi Parka Karayollari ve meşiyan. KESK, DÎSK, TMMOB, TTB, HDP, DBP, Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê, Komeleya Xwendekaran a Demokratîk a Zanîngeha Artûklû, Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Enîse Guneylî, namzetê parlamenteriyê yê HDP’ê Erol Gunel û Hevşaredarê Artûklû Emîn Irmak tevlî meşê bûn.
Piştî meşê, çalakvan li Parqa Karayollari ji bo kesên di komkujiya Enqere de jiyana xwe ji dest dane bibîr bînin, deqeyekê rêz girtin. Şukru Kaya di teqîna Enqereyê de ji mile xwe birîndar bibû, behsa dema teqînê kir û got ku wê dîsa jî bêjin aştî.
Piştre li ser navê pêkhateyan, Berdevkê Demê yê Platforma Şaxên KESK’ê ya Mêrdînê Mûstafa Benlî bi bîr xist ku di komkujiyê de 128 kesî jiyana xwe ji dest dane û wiha berdewam kir: “Bila kes ji me re nebêje ev komkujî failê wê ne diyar e. Li navenda Enqereyê li ber çavên her kesî bombe teqandin, em kesên ku di dîroka nêz de destûr dane êrîşên herî hov zanin, em kujeran tevahî nas dikin. Kujer; kesên daxwaza wan a dîktatoriyê di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de di qirika wan de mane, welat ji ber vê kirine gola xwînê, li ser mirinan neçîrvantiya dengan dikin. Hûn çiqasî êrîş dikin bikin, em natirsin, serî natewînin, ji bîr nakin û ti carî efû nakin.”
Piştre jî nûnera Komeleya Xwendekaran a Demokratîk, Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Enîse Guneylî, Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Bajarê Mêrdînê Perîhan Agaoglû û Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Bajarê Mêrdînê Mûsa Alkan der barê komkujiyê de axivîn.
Piştî daxuyaniyan, çalakvanan nîv saetê çalakiya rûniştinê li dar xistin û çalakî bi dawî kirin.