'Yên Hêlîn Şen a 12 salî qetil kirin, kujerên Qesrê ne'

Apê Hêlîn Haret Şen a 12 salî ya li navçeya Amed Sûrê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin Mûharrem Şen got, "Yên ku biraziya min qetil kirin, kujerên Qesrê ne. Wê hesabê biraziya min a 12 salî bidin."

Apê Hêlîn Haret Şen a 12 salî ya li navçeya Amed Sûrê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin Mûharrem Şen got, "Yên ku biraziya min qetil kirin, kujerên Qesrê ne. Wê hesabê biraziya min a 12 salî bidin."

Cenazeyê Hêlîn Hasret Şen (12) a ji bo wergirtina nan derket hewşa mala xwe bi guleya polîsan hat qetilkirin, ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl. Apê Şen ê li ber nexweşxaneyê ye Mûharrem Şen ku di heman demê de şahidê bûyerê ye, dema qetilkirina Hêlîna biçûk vegot.

Ap Şen anî ziman ku Hêlîn bi pismam û dotmamên xwe re, ji bo lê binêrin bê firin vekiriye yan nan û li hewşa mala xwe xwarinê amade bike derket derve, lê di encama gulereşandina polîsan de fîşekek li aliyê rastê yê serê wê ket. Şen diyar kir ku wan hewl dan Hêlîn ji erdê rakin û got, "Lê polîsan sixêf kirin û hişyarî dan ku kesek xwe nêz neke. Û dest bi gulereşandinê kirin. Kesî nekarî xwe nêzî wê bikin. Me bang li ambûlansê kirin, lê piştî saetekê ambûlans hat. Polîsan timî gef li welatiyan dixwarin û digotin, 'eger hûn derkevin em ê we jî bikujin'."

AP ŞEN: YÊN KU BIRAZIYA MIN QETIL KIRIN, KUJERÊN QESRÊ NE

Ap Şen ê bi zor û zehmetiyê dikarîbû biaxiviya, nerazîbûneke tund nîşanî hikûmeta AKP'ê û Serokkomar Erdogan ên ku ji komkujî û şer berpirsyar dibîne, da. Şen pirsa "Çi ji biraziya min a 12 salî xwestin?" pirsî û got, "Yên biraziya min qetil kirin, kujerên Qesrê ne. Wê hesabê biraziya min a 12 salî bidin."

Cenazeyê Şen, piştî otopsiyê birin Goristana Yenîkoy a li navçeya Baglarê.