Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karaylian, bi wesîleya biryara bêçalakîtiyê ya rêveberiya KCK'ê, ku di 10'ê Cotmehê de îlan kir, ji gerîlayên Kurdistanê re axivî.
Axaftina Karayilan bi rêya bêtêlê ji hemû hêzên gerîla yên li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê re hat ragihandin.
'XWÎNA ŞEHÎDÊN ME YÊN LI ENQEREYÊ WÊ LI ERDÊ NEMÎNE'
Karayilan da xuyakirin, ku ji ber berpirsyariya xwe ya li pêşberî civaka Tirkiyeyê, di vê pêvajoya girîng a dîroka têkoşînê de ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê yên li ser gelên Tirkiyeyê hatine ferzkirin di rewşeke asayî de derbas bibe, wan nîqaş li ser rewşeke bêçalakîtiyê meşandine û destnîşan kir, ku weke bersivek li bangên hêzên navneteweyî, derdorên demokratîk, HDP, hêzên siyasî, saziyên civakî yên sivîl û kesayetên rewşenbîr, wan di cih de dîtine ku pêvajoyeke bêçalakîtiyê were destpêkirin.
Karayilan anî ziman ku wan rast dîtine, vê biryara bêçalakîtiyê di 10'ê Cotmehê roja ku hin sendîka û saziyên civakî yên sivîl ên gelekî hêja li Enqereyê Mîtînga Aştiyê pêk bîne, ragihînin û got, "Lê belê zîhniyeta AKP'ê ya ku dixwze bi şer bikeve nava hilbijartinê û xwe li ser desthilatdariyê rabigire, di çarçoveya şerê topyekûn ê li Kurdistanê dimeşîne de qada mîtînga aştiyê veguherandiye gola xwînê. Li hemberî gelên ku ji bilî biratiya gelan, jiyana bi hev re û aştiyê ti armanceke xwe nebû, êrîşeke bombeyî ya namerdî ya mezin û xwînxwarî hat kirin. Nêzî 120 şehîd û bi sedan mirovên me birîndar bûn. Vê êrîşê em xisitne nava xemgînî û êşeke mezin. Ev êrîş êrîşek li hemberî me hatiye kirin e. Em ji malbatên wan mirovên me yên hêja û bedew ên di êrîşê de şehîd ketin û gelên xwe re sersaxiyê, ji birîndaran jî şîfa xêrê dixwazin. Xwîna şehîdên me yên aştî û demokrasiyê, bêguman wê li erdê nemîne. Hesabê vê yekê wê li pêşberî dîrok, li gorî ku pêwîst dike, wê were pirsîn."
'AKP DI NAV VÎ KARÎ DE HEYE'
Karayilan da xuyakirin ku ev komkujiya li Enqereyê dewama êrîş û komkujiyên li Edene, Mersîn, Amed û Pirsûsê ye û got, "Li paytexta Komara Tirkiyeyê, ku bajarekî Tirkiyeyê yê herî zêde tê parastin e, pêkhatina komkujiyeke bi vî rengî gelek tiştan radixe pêş çavan. Weke hêzeke li dijî vê dewletê têdikoş in em gelekî baş dizanin; eger polîs û MÎT çavên xwe negirin, ji nedîtî ve neyên, du çalakvanên xwekuj nikarin bi hêsanî biçin vî bajarî çalakiyê bikin."
Karayilan anî ziman ku rêxistinbûyîna bi navê DAIŞ û Gladyoya Şerê Taybet a Tirk di nava hev de ne û diyar kir, ku tevî şerê hevpar ê li Kobanê meşandin, di dorpêçandina 9 rojan a li Cizîrê de jî cihgirtina kesên rûpêçandî yên bi Erebî diaxivîn û her tim tekbîr dianîn, bi hêzên dewletê re êrîşî gelê Kurd kirin. Gladyoya Şerê Taybet a Tirk û ev rêxistina bi navê DAIŞ a bûye belayê serê mirovahiyê, di çarçoveya konsepteke hevpar de li hemberî gelê Kurd çalakiyan lidar dixin. Naxwe, çima ewçend êrîşên bombeyî yên li hemberî mirovên sivîl, bi tenê li dijî girseya HDP'ê û derdorên çep-sosyalîst tên kirin."
Karayilan da xuyakirin ku desthilatdariya AKP'ê bi awayekî di nava van êrîş û komkujiyan de cih digire û ji nedîtî ve hatiye. Karayilan got, "Ev komkujî li ser bingeha vê konseptê hatine kirin. Lewma ev komkujî ji bo dewamkirina desthilatdariya AKP'ê, li hemberî gelê Kurd û hêzên sosyalîst hatiye kirin. Ev yek rastiyeke ku nepêkane bê veşartin e."
'BIRYARA ME YA BÊÇALATÎKIYÊ, AKP TIRSANDIYE'
Karayilan da xuyakirin, ku tevî hemû êrîşên hatine kirin jî AKP nikariye bi gelê Kurd û got, "Berxwedana mezin a gelên me û taktîkên nû yên gerîla, planên wan serûbin kirine. Yanî hesabên wan bi ser neketine. Bi xwarina derbên mezin re rêjeya dengên wan daketine binê rêjeya berî niha.
Li hemberî vê yekê, polîtîkaya nû ya bêçalakîtiyê ya tevgera me, ew tirsandiye. 5-6 roj in dihat nîqaşkirin ku wê bêçalakîtî pêk were. Çawa ku vê nîqaşê di çapemeniyê de cih girt, rayedarên AKP'ê yekser red kirin. Gotin, 'Em ji tiştên bi vî rengî têr in; şer wê dewam bike'. Di vir d xuyaye ku wê bêçalakîtî hesabê wan serûbin bike."
'BI DILSOZIYA BI BÎRANÎNA ŞEHÎDAN RE EM Ê REWŞA BÊÇALAKÎTIYÊ XERA NEKIN'
Karayilan ji bo meşandina biryara bêçalakîtiyê ev xal destnîşan kir: "Di roja ku ev biryara bêçalakîtiyê were ragihandin de, bi hovîtiyeke ewçend xwînxwarî û kêm caran hatiye dîtin re, mirovên me yên aştîxwaz qetil kirin. Bêguman ev êrîş wê bêbersiv nemînin, lê belê divê were dîtin ku armanca van a sereke xerakirina pêvajoya bêçalakîtiyê ye. Çawa ku li Pirsûsê komkujî kirin û dûre di 24'ê Tîrmehê de şerê topyekûn dan destpêkirin, niha jî dixwazin bi vê komkujiyê re pêvajoya bêçalakîtiyê bidin qedandin. Pêwîste em wesiyeta van mirovên bedew û hêja yên bi xwîna xwe gihandine me, baş fêm bikin. Em neçar in, ji bo wesiyeta wan, pêvajoya bêçalakîtiyê bêteredût bicih bînin û bersivê bidin wan. Lewma em ê pêvajoya bêçalakîtiyê xera nekin. Ev helwest, ji bo jîndarkirina bîranîna wan û bi xurtî û berfirehî pirsîna hesabê vê komkujiyê, divê. Bi israr di vê helwestê de, divê em li ser bingeha xurtkirina biryardariya xwe ya di meşa demokrasî, azadî û biratiya gelan de, hesabpirsîna ji vê komkujiyê esas bigirin. Ji ber vê yekê, helwesteke girîng e ku hemû yekîneyên me pozîsyona bêçalakîtiyê ya biryara Konseya Rêveber a KCK'ê ji îro (11'ê Cotmehê) û pê ve bixin meriyetê û xurt bikin. Bi pratîkkirina mesaja şehîdên xwe re em ê hesabê wan bipirsin. Divê were zanîn ku xwîna wan wê li erdê nemîne."