Serokê Parlamentê: Em ê Hewlêrê ji dagirkeriya PDK'ê rizgar bikin

Serokê Parlamenta Başûrê Kurdistanê Dr. Yûsûf Mihemed ê ku hêzên PDK'ê nehiştin ew bikeve nava bajarê Hewlêrê, ev bûyerên diqewimin weke darbeyê bi nav kir û got, "Em ê Hewlêrê ji dagirkeriya PDK'ê rizgar bikin."

Serokê Parlamenta Başûrê Kurdistanê Dr. Yûsûf Mihemed ê ku hêzên PDK'ê nehiştin ew bikeve nava bajarê Hewlêrê, ev bûyerên diqewimin weke darbeyê bi nav kir û got, "Em ê Hewlêrê ji dagirkeriya PDK'ê rizgar bikin."

Serokê Parlamenta Başûrê Kurdistanê Dr. Yûsûf Mihemed, ku ji ber astengiya hêzên PDK'ê nikarî xwe bigihîne Hewlêrê û neçar ma vegere Silêmaniyeyê, daxuyaniyek da çapemeniyê. Di dema dayîna daxuyaniyê de parlamenterên Tevgera Goran, YNK û Partiya Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê yên di nava hikûmetê de cih digirin, amade bûn.

Yûsûf Mihemed ê li avahiya nûnertiya parlamentê ya li Silêmaniyeyê daxuyanî da destnîşan kir, ku di rewşa heyî de darbeyek li naverastê heye. Mihemed got, "Darbe wê bi ser nekeve." Dr. Yûsûf Mihemed diyar kir ku Hewlêr ji aliyê PDK'ê ve hatiye dagirkirin û ev xal destnîşan kir: "Em ê dawî li dagirkeriya Hewlêrê bînin. Pêwîste gelê Kurdistanê li cem parlamentê bisekine. Daxwazên gel rewa ne û ji bo wergirtina mafên xwe dadikeve qadan. Li hemberî vê lêgerîna gel a li mafên xwe, divê helwestên cuda neyên nîşandan. Pêwîste zerar li mal û milkên gel neyê kirin. Gulereşandina li gelê daketiye kolanan û li mafê xwe digere, helwesteke rast nîne."

Mihemed anî ziman ku pirsgirêkên heyî bi helwesteke bi vî renî nayên çareserkirin û got, "Krîzên heyî, bi taybetî krîza aboriyê, nedayîna heqdestan û krîza serokatiyê bûn sedem ku gel biherike kolanan. Di rewşeke bi vî rengî de, ji holê rakirina yekîtiya siyasî ya li herêmê, pirsgirêkan çareser nake."

Mihemed da zanîn ku di pêvajoyeke hewl tê dayîn Başûrê Kurdistanê ber bi kaosekê ve were dehfdan de, girîng e hemû alî bi aqlê selîm tevbigerin û got, "Ji her demê bêhtir pêwîstiya me bi diyalogê heye. Li şûna helwesteke ku pirsgirêkan kûr dike, divê helwesteke ku pirsgirêkan çareser dike, bê nîşandan."

EGER EW HÊZ NIHA LI ŞENGALÊ BÛYA, ŞENGAL NIHA AZAD DIBÛ

Dr. Mihemed bal kişand ser hêza bi çekên giran îro danê sibehê pêşî li wî biriye û nehiştiye xwe bigihîne Hewlêrê û got, "Hêzên ewlekariyê yên îro li ber Hewlêrê pêşî li min birî, eger parastina Şengalê bikira, wê Şengal neketibûya destê DAIŞ'ê. Eger Şengal biparastina, wê bi hezaran jin, extiyar û zarok weke esîr neketibûna destê DAIŞ'ê. Her çend me bi biryar xwestin xwe bigihînin Hewlêrê jî, mixabin destûr nedan ku em derbas bibin."

Li ser navê YNK, Tevgera Goran û Yekîtiya Îslamî jî axaftin hatin kirin. Nûnerên her sê partiyan, helwesta PDK'ê ya li hemberî serokê parlamentê şermezar kirin û diyar kirin, ku ev helwest nayê qebûlkirin.