Li Çarçela pevçûnên dijwar
Artêşa Tirk îşev li hember Çarçela ku êrîş dan destpêkirin, berxwedana gerîlayan a li hember van êrîşan didome.
Artêşa Tirk îşev li hember Çarçela ku êrîş dan destpêkirin, berxwedana gerîlayan a li hember van êrîşan didome.
Artêşa Tirk îşev li hember Çarçela ku êrîş dan destpêkirin berxwedana gerîlayan a li hember van êrîşan didome. Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe ya danê nîvro de diyar kiribû ku artêşa Tirk di serî de li qadên Çarçela û Herekol îro danê sibehê saet 02.00’an dest bi êrîşê kiriye. Piştî hewldana artêşa Tirk a ketina herêmê pevçûnên destpê kirin didomin.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, pevçûn bi dijwarî didomin. Hat diyarkirin ku danê êvarî helîkopterên Skorsky ên artêşa Tirk ji bo mirî û birîndarên xwe rake 3 caran hatine herêmê.