Li Dihê 20 kes hatin binçavkirin
Di çarçoveya operasyonên qirkirinên siyasî yên duh li Dihê ya Sêrtê destpê kirin de, hejmara kesên hatine binçavkirin gihişt 20’an.
Di çarçoveya operasyonên qirkirinên siyasî yên duh li Dihê ya Sêrtê destpê kirin de, hejmara kesên hatine binçavkirin gihişt 20’an.
Duh di serdegirtinên mal û kargehan di nav de Hevşaredara Dihê Eda Kîlîs jî tê de 16 kes hatibûn binçavkirin.
Îro di çarçoveya operasyonên binçavkirinê de hate diyarkirin ku di serdegirtina malan de Hevserokê berê yê Rêxistina HDP’ê yê Navçeya Dihê Huseyîn Sevîlgen, endamê Meclîsa Şaredariya Dihê Salîh Ozer, Osman Ozer û Mehmet Alî Yildiz hatin binçavkirin.
Bi binçavkirina 4 kesan, ji duh ve hejmara kesên li Dihê hatine binçavkirin gihişt 20’an.
20 kesên ku hatine binçavkirin hate ragihandin ku li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê ne.