Li Kerboranê 3 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Kerboranê di roja 3'yemîn a qedexeya derketina kolanê de polîs bi çekên giran êrîşên xwe didomînin û li navçeyê dest bi serdagirtina malan kirin. Hat ragihandin ku heta niha 3 welatî hatine binçavkirin û tê payîn ku ev hejmar zêdetir bibe.

Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê qedexeya derketina kolanê di roja 3'yemîn de didome û polîs û tîmên taybet bi çekên giran êrîşî ser taxan dane destpêkirin didomînin. Hat ragihandin ku bi êrîşê re bi ser malan de digirin. Hat zanîn ku di encama serdagirtina malan de Alîkarê Hevşaredarên Kerboranê M. Şîrîn Turan, endama Meclîsa Şaredariyê Kerboranê Leyla Anik û endama PM'ê ya DBP'ê Xecê Şen hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku serdagirtina malan hêj didome û dibe ku hejmara binçavkiriyan zêdetir bibe.

Her wiha welatiyên li gundê Xelîla yê 10 km dûrî navçeyê ye li hev kom bûn ji bo dorpêça tîmên taybet hilweşînin ber bi navçeyê ve dest bi meşê kirin.

Şaxa ÎHD'a Mêrdînê bi daxuyaniyeke nivîskî xwest ku dawî li qedexeya derketina kolanan were.