KNK'ê, der barê krîza siyasî û aborî ya li Başûrê Kurdistanê û bûyerên di van rojên dawî de diqewimin daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku ji ber helwesta dij bi qanûnan, herêma Başûrê Kurdistanê ketiye rewşeke aloz, li hemberî xwepêşandêran şîdet hatiye bikaranîn, xwîn rijiya ye û mirovan jiyana xwe ji dest dane.
'HIKÛMETÊ TEHEMÛLA GEL BAŞ NEXWEND'
KNK'ê bibîr xist, ku ev du sal in Herêma Başûrê Kurdistanê bi krîzên siyasî, aborî, îdarî, leşkerî û civakî re rû bi rû ye û got, "Gelê me li hemberî van krîzan bi aram tevgeriya û xwe li ber girt. Lê belê rêveberiya herêmê û hikûmetê, kodên van krîzan û tehemûla gel baş nexwendin. Lewma pirsgirêk bê çareserî man û rewşa îro rû da."
Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser pêvajoya guherîn û veguherîna li Rojhilata Navîn û hat ragihandin, ku di vê rewşa awarte ya li herêmê de gelê Kurd û Kurdistanê weke aktorekî diyar û berbiçav, her wiha girîng tê dîtin.
KNK'ê da zanîn, ku çar dewletên dagirker ên li Kurdistanê, di warê dewletbûn û şêwaza hikûmraniyê ve ji aliyê civaka navneteweyî ve nayên qebûlkirin û destnîşan kir, ku ev dewlet di nava krîzên mezin de ne û cihê şik, guman û lêpirsînê ne.
KNK'ê ragihand, ku ev rewşa heyî, hem ji aliyekî ve xetereyan ji bo gelê Kurd derdixîne holê, li aliyê din jî derfetên xwegihandina armanc û bidestxistina mafan dide Kurd û Kurdistanê.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Li du beşên Kurdistanê îro xweseriyek demokratîk heye. Li Bakurê Kurdistanê jî gelê me dixebat û têkoşîneke pir giran û dijwar de ye. Asoyê serfirazî û serketinê nêz bûye. Li Rojhilatê Kurdistanê jî gelê me bi heman ruhê berxwedanê di çeperên xweparastinê de li hemberî dewleta kevneperest a Îranê têdikoş e. Bi giştî gelê Kurd û Kurdistanê bêyî sînoran nas bike, li hev re li dijî hêza reş û terorîstî yıa DAIŞ'ê û dagirkeran axa welatê xwe diparêze. Ev hemû destketî, yekîtiya neteweyî xurt dike û ji bo gelê Kurdistanê cihê serbilindiyê ye. Vê yekê Kurdistan û doza wê ber bi qonaxên nû ve gihandiye."
'REWŞA HEYÎ YA LI BAŞÛR BI TI AWAYÎ XIZMETÊ JI DOZA CIVAKA KURDISTANÊ RE NAKE'
KNK'ê da xuyakirin ku rewşa heyî ya li Başûrê Kurdistanê bi ti awayî xizmetê ji doza civaka Kurdistanê re nake û destnîşan kir, ku ev yek di heman demê de bandoreke neyînî li ser têkoşîna gelê Kurd a li qada navneteweyî dike.
KNK'ê diyar kir ku aramkirina rewşê û guhdarîkirina li daxwazên gel, erkekî dîrokî, neteweyî û niştimanî ye.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser fikarên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li ser rewşê û ji bo çareseriyê ev xal û daxwaz, pêşniyar kir:
BANG Û DAXWAZ
⦁ Pirsên siyasî û desthliatdariyê yên li herêma Kurdistanê lazim bi yasayî bên çareser kirin û her wiha li ser hemû astan pêwîste Yasa serwer be. Çanda veguhastina desthilatan li gorî presîbên demokrasî yê bên peyrew kirin.
⦁ Gelê me yê li başûr xwedî rûmeta mezin in û çavkanî ya hêz û şiyana parastina destketiyên gel û niştîman in, ne şayenê tî û birçî kirinê ne û bijêwî ya wan bi siyaset û li hevnehatina şêwazên desthelatî ve bê girêdan.
⦁ Xwenîşandan û nerazîderbirîn a civak û xelkê bi hemû tex û çînên xwe ve, bi merema bi destveanîna mafan, yeke ji mafên destpêkî yên demokrasî ye. Pêwîste li alî saziyên hikûmî ve bi singfirehî bersiv dan û mafên wan bên dan. Her wiha nabe ku bi şîdet, bikarîna çekan bê bêdengkirin.
⦁ Em daxwaz ji polîs, asayîş û hemû hêzên çekdar ên navxwe yên herêmê dikin, ku bi giyanê berpirsane û ruhê biratî ve erkê rasteqîne yê ser milên xwe serederî yê li hember xwenîşanderan bikin û bi dilsozane mal û milkê xelk û giştî biparêzin û pena nebene ber bikaranîna tundûtîjî û çekan. Wê hidê baş bizanin ku em hemû kur û keçên gel û niştîmanîn.
⦁ Bangî hikûmeta herêmê dikin, hewl bidin bi zûtirîn dem mûçe û meaşên karmend û fermanber û xelkê bidin û welatiyan ji qeyrana bijêwî yê rizgar bikin.
⦁ Ji bo aramkirin û berfirehnebûna van bargirjî yên li holê. Bangî dezgeh û sazî yên çapemenî yên hizbî û ehlî dikin, bi erkê xwe yê rojnamevanî rabin û her tim daxwaza aramî û medenî bûna rêrewa xwenîşandanê ji xelkê bikin. Her wiha eger û hokarên vê rewşa han bi rastî û hestîyarî serederî yê bikin û tivingê bi tarî yê werneken û rastiyan wek xwe veguhêzîn.
⦁ Bang li hikûmet û aliyên desthilata herêmê dikin, ku bi niyeta çareserî ya arîşeyan û geryan li pey hokar û egerên pirsên vê rewşê, vegerin dîrojê û pêdaçûnê bikin û kodên hokaran bi dilsozane bixwînineve. Her wiha karên ciddî ji bo damezrandina sîstemeke demokrasî û dadperwerî ji bo herêma Kurdistanê bên kirin. Em li KNK ê amadene hevkar bin û destekê bidin.
Di dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên kesên li Kelar û Qeladizê jiyana xwe ji dest dan û gelê Kurdistanê hat xwestin û bûyerên kuştin û birîndarkirinê hatin şermezarkirin.