Nasnameya gerîlayê di operasyona Geliyê Şîlo de jiyana xwe ji dest da hat aşkerakirin

Fermandariya HPG’ê ya Şengal, diyar kir ku gerîla Nafzullah Çadir ê bi nasnav Agir Urfa ku tevlî pêngava YBŞ’ê ya bi armanca rizgarkirina Geliyê Şîlo yê di navbera Şengal û Rojava de ye bibû jiyana xwe ji dest daye.

Femandariya HPG’ê ya Şengal diyar kir ku gerîla Nafzullah Çadir ê bi nasnav Agir Urfa ku wek fermandarê HPG’ê tevlî pêngava YBŞ’ê ya 8’ê Cotmehê bi armanca rizgarkirina Geliyê Şîlo yê di navbera Şengal û Rojava de ye bû, 9’ê Cotmehê jiyana xwe ji dest daye.

Fermandariya HPG’ê ya Şengal a daxuyaniyeke nivîskî weşand got: “Hevale me Agir Urfa yê ji Rihayê tevlî nav refên têkoşîna me ya azadiyê bû, demeke dirêj li Bakurê Kurdistanê li keleha berxwedanê ya Seyîd Rizayan têkoşîn pêş xist û mezin kir. Heval Agir ê bi cesaret, fedakarî û cidiyeta di kar û xebatên xwe de dihat naskirin, ev saleke zêdetir e li Şengalê bi heman tempo û taybetiyan di nav pratîkeke zêde de bû. Heval Agir ê nûnertiya pêşengiya cesaret û fedakartiyê di kesayeta xwe de kir mînak, ji bo azadiya Şengal û gelê me yê Êzidî bibû xwedî ked û hewldaneke mezin.

Heval Agir; 8’ê Cotmehê wek fermandarekî HPG’ê tevlî pêngava YBŞ’ê ya bi armanca rizgarkirina Geliyê Şîlo yê di navbera Şengal û Rojava de ye bû. Heval Agir ê di rizgarkirina vî geliyî de li herî pêş cihê xwe girt, piştî derbeyên giran ên li çeteyan hatin xistin pê li mayîneke ku ji berê de hatibû çandin kir û şehîd ket.

Di vê pêngava ku bi dehan çete hatin kuştin, windahiya heval Agir jî ji bo me pir giran bû. Em wek gerîlayên HPG û YJA-STAR jî ji bo em bibin layiqî fermandarê me yê hêja, em ê pêngavê bi serketî dewam bikin û bigihînin serketinê.

Agahiyên sicîla hevalê me yê şehîd ketiye:

Nasnav: Agir Urfa

Nav-Paşnav: Nafzullah Çadir

Cihê jidayikbûnê: Riha

Navê dayik-bav: Vasfiye – Abdo

Dîrok û cihê şehadetê: 9’ê Cotmeha 2015 / Şengal”

...