Şervana YPJ’ê spartin axê

Welatiyên Kobanê û Girê Spî cenazeyê şervana YPJ’ê Fatima Hesen bi merasîmekê oxir kirin.

Welatiyên Kobanê û Girê Spî cenazeyê şervana YPJ’ê Fatima Hesen bi merasîmekê oxir kirin.

Şervana Yekîneyên Parastina Jin Fatima Hesen ku di nava şervanan de bi navê Buhar Girê Spî dihat naskirin ji bajarê Girê Spî ye, di 1’ê cotmehê de li bajaroka Silûk a ser bi Girê Spî ve jiyana xwe ji dest da.

Ji bo oxirkirina têkoşera YPJ’ê welatiyên Kobanê û Girê Spî merasîmek organîze kirin. Girseya gel ji pêşiya Navenda  Saziya Malbatên Şehîdan ber bi goristanê ve ket rê.

Di merasîmê de heyetek bajarê Girê Spî ku ji Serokê Meclîsa Rûsipiyên bajarê Girê Spî Mensur Selûm, Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Ferhad Dêrik, Endamê Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan Muhemed Şêx Elî, Endamê Komîteya Lihevanînê ya TEV-DEM’ê Omer EL-Iwêş amade bû. Malbata ‘şehîd’ û gelek welatiyên Girê Spî jî beşdarî vê merasîmê bûn.

Li goristanê piştî rêzgirtinê, şervanên hevalên Fatima Hesen ên YPG û YPJ’yî merasîmeke leşkerî li dar xistin.

Piştre axaftin hatin kirin, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mihemed Şêx Elî sersaxî ji malbatê re xwest û destnîşan kir ku bi vîn û îradeya van pakrevanan û bi ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew gihiştine vê astê. Mihemed Şêx Elî anî ziman ku divê ew li peyî pakerwanên xwe rêya azadiyê bişopînin û xwedî li nirxên xwe derkevin.

Mensur Selûm jî axivî û got : “Ji ber ku li rex dayîkên pakrewan û qehremanan im, ev qehreman li hemberî dijminên mirovahiyê ango çeteyên DAIŞ’ê sekinîn û hemû êrîşên wan têk birin, em bi van her serbilind in.”

Selûm bal kişand ser kiryarên çeteyan ên li dijî mirovahiyê û ev yek wiha rave kir: “Ji destpêka şoreşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ve, çeteyan bi navê dewleta xîlafetê êrîşên tarî pêk anîn, wan dixwest ku di navbera pêkhate û gelên herêmê de tevlîheviyan derbixin. Wan jinên me li bazaran difrotin, lê bi saya şervan û lehengên YPG/YPJ’ê gel ji wê tarîtiyê rizgar bû û careke din ronahî û aramî li herêmê vegeriya. Divê em jî niha xwe birêxistin bikin û dest bidin hev da ku careke din herêma me nekeve tarîtiyê.”

Di berdewamiya merasîmê de li ser navê malbata ‘şehîd’ Ehmed Hesen ku apê Buhar e axivî. Ehmed Hesen Buhar wekî ‘şehîda’ pêkhateyên herêmê û tevahiya cîhana mirovahiyê bi nav kir û wiha pê de çû: “Beriya demekê me xewn û xeyal dikir ku rojekê em vegerin mala xwe. Îro bi saya lehengên YPG û YPJ’ê û tekoşîna ku li hemberî çeteyan nîşan didin em serbest li ser xaka xwe jiyan dikin.”

Ehmed bi şehadeta keça birayê xwe serbilindiya xwe anî ziman û bang li hemû malbatan kir ku bila tu kes li pêşiya xort û keçên xwe nebin astengî û bila rê li pêşiya şoreşgeriya wan negrin.

Piştî ku axaftin bidawî bûn, hevalên Buhar ango Fatima yên YPG/YPJ’yî cenazeya hevala xwe dan ser milên xwe û ber bi gorê ve birin. Li wir ew bi dirûşma ‘Şehîd namrin’ û li ber tilîliyên dayîkan spartin axê.