Li Başûr rewş aloztir dibe: Serokê Parlamentê vegeriya Silêmaniyeyê
Serokê Parlamenta Başûrê Kurdistanê Yûsûf Mihemed ê ji ber astengiya hêzên asayîşê yên PDK'ê nikarî biçe Hewlêrê, vegeriya Silêmaniyêye.
Serokê Parlamenta Başûrê Kurdistanê Yûsûf Mihemed ê ji ber astengiya hêzên asayîşê yên PDK'ê nikarî biçe Hewlêrê, vegeriya Silêmaniyêye.
Serokê Parlamenta Başûrê Kurdistanê Yûsûf Mihemed ê ji ber astengiya hêzên asayîşê yên PDK'ê nikarî biçe Hewlêrê, vegeriya Silêmaniyeye. Hat ragihandin, serokê parlamentê wê li ber nûnertiya parlamentê ya li Silêmaniyeyê, daxuyaniyekê bide çapemeniyê.
Serokê Parlamenta Herêma Kurdistanê Dr. Yûsûf Mihemed ê ku danê sibehê xwest biçe Hewlêrê, lê li nuqteya kontrolê ya Hewlêr-Kerkûkê ji aliyê hêzên asayîşa PDK'ê ve hat rawestandin, vegeriya Silêmaniyeyê. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, Serokê Parlamentê wê li ber avahiya nûnertiya parlamentê ya li Silêmaniyeyê, daxuyaniyekê li ser astengiya PDK'ê bide çapemeniyê.
Li aliyê din, hat ragihandin ku PDK'ê nehiştiye wezîrên ji Tevgera Goran îro danê sibehê dest bi karê xwe bikin û destûr nedane ku bikevin hundirê parlamentê.