Biçûkê qurbaniyên komkujiyê li cem bavê xwe hat veşartin

Aycan Kaya, Îbrahîm Atilgan û kurê wî Veysel Atilgan ê 9 salî yê di teqînên li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, li Êlihê hatin veşartin.

Aycan Kaya, Îbrahîm Atilgan û kurê wî Veysel Atilgan ê 9 salî yê di teqînên li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, li Êlihê hatin veşartin.

Cenazeyên Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Uskadarê ya Stenbol Aycan Kaya û Xebatkarê Rêyên Hesin ên Dewletê Îbrahîm Atilgan û kurê wî Veysel Atilgan ê 9 salî yên di komkujiya Enqere de jiyana xwe ji dest dan li Êlihê hatin definkirin. 3 cenaze ji aliyê girseya di nav de parlementerên HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Saadet Becerîklî û M. Alî Aslan jî hene li pêşiya bajêr hatin pêşwazîkirin û birin Goristana Gurberoşkê. Li vir cenazeyên Atilgan û kurê wî yê biçûk bi konvoyê ber bi navçeya Kerçewisê ve hatin oxirkirin. Cenazeyê Kaya piştî wecîbeyên olî li goristê hat definkirin. 

Piştî karên definkirinê bi dawî bûn dayika Kaya Asya Kaya axivî, sersaxî ji gelê Kurd xwest û got: "Keça min tu ji bo aştiyê bînî çûbû. Çima tu qetil kirin?" Parlementera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran jî komkujî şermezar kir û diyar kir ku AKP û Erdogan nikarin baweriya bi azadî û aştiyê biqedînin.

Cenazeyê Endamê Sendîkaya Barkêşiya Yekgirtî Îbrahîm Atilgan û kurê wî yê 9 salî Veysel Atilgan jî li navçeya Kerçewisê piştî wecîbeyên olî birin goristanê û li cem hev hatin definkirin.