KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
YPG'ê bersiv da Rêxistina Efûyê
YPG'ê bi daxuyaniyekê bersiv da rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) ku di 8’ê Cotmeha 2015’an de bi sernavê “Koçkirina bi zorê û wêrankirina malan li bakurê Sûriyeyê” hatiye derxistin. -
Cenazeyê Ozpolat wê li Sêweregê bê veşartin
Cenazeyê Haşim Ozpolat ê ku çend roj berê li navçeya Wan Îpekyolû di şer de jiyana xwe ji dest da, li warê wî Sêweregê îro saet di 10'an de wê bi merasîmekê were veşartin. -
'YBŞ li Şengalê xwehêzek e'
Fermandarê YBŞ'ê Mazlûm Şengal da xuyakirin ku YBŞ li Şengalê hêzeke xwe ye. Şengal destnîşan kir, ku ev hêza xwe li dijî çeteyên DAIŞ'ê têdikoş e û mora xwe daniye binê gelek serketinên leşkerî. -
Balafirên şer ên Tirk Qendîlê bombe dikin
Balafirên şer ên Tirk herêma Qendîl bombe dikin. -
'Em dixwazin tecrube û bîrdoziya Rojava esas bigirin'
Nûnera Bakurê Afrîka Sana Suleyman Mansurî ya Amazîg, di encama lêkolîn û şopdariyên xwe yên sê rojan de diyar kir ku wek gelê Amazîg dixwazin pergala rêveberiya xweseriya demokratîk a Rojava esas bigirin. -
Ciwanê polîsan li Geverê birîndar kir jiyana xwe ji dest da
Li navçeya Geverê ciwanê bi navê Diyar Akin ê di êrîşa polîsan a li dijî gel de bi 3 guleyan ve birîndar bû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. -
Hevşaredara Îpekyolu Bîdav ji peywirê hat dûrxistin
Hevşaredara Îpekyolu Aygun Bîdav bi biryara Wezareta Karên Hundir ji peywirê dûr hat xistin. -
HPG: Ji 27’ê Îlonê û vir ve 82 leşker hatin kuştin
HPG’ê ragihand ku di pevçûnên ku çarçoveya operasyona artêşa Tirk de, bi tevlîbûna 20 hezar leşkerî li herêma Bînbîr a Gelîyê Dostkî didome de, ji 27’ê Îlonê û vir ve 82 leşker hatine kuştin. -
Gerîlayê HPG’ê Atabay spartin axê
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Emrah Atabay ê li çoltera Elkê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Ebexê hate definkirin. -
Tevgera artêşa Tirk a li herêmên gerîla didome
Artêşa Tirk 15’ê Cotmehê qadên li ser xeta Avaşîn ên Tepê Mamreşo, Aris Faris û gûndê Glort, Dola Bira, Tepê Xwedê, Şehîd Gafûr bombe kir. Her wiha li Zap, Metîna, Garê û Avaşîn tevgera balafirên şer ên artêşa Tirk rû da. -
Cenazeyê Ozpolat şandin Rihayê
Cenazeyê Haşîm Ozpolat ê ji aliyê polîsan ve li Wanê hate qetilkirin bi tilîlî û çepikan ber bi navçeya Siwêregê ve hate oxirkirin. -
Polîsan li Geverê ciwanek qetil kirin
Li Geverê êrîşên polîs ên li dijî gel berdewam dikin û ciwanek qetil kirin. -
Ji TKP/ML-TÎKKO çalakiya ji bo bîranîna şehîdên Enqereyê
Gerîlayên TKP/ML-TÎKKO, rja 15'ê Cotmehê li hemberî qereqola Amûtka ya li navçeya Dêrsim Xozadê çalakiyek pêk anîn. -
Li taxa Kabiyê 30 hezar metre kevirên piyarê
Gerînendehiya Kar û Barên Fenê yê Şaredariya Sûra Amedê di çêkirin û kevirkirina rê û piyarê de xebatên xwe bênavber berdewam dikin. -
Li Geverê polîs nikare berxwedana gel bişikîne
Polîsên tevgera taybet ên êrîşî Geverê dikin, li berxwedana gel rast tên. Polîsên Tirk dema ku jê nehat bikevin nava taxan, berê xwe dan şehîdgehan. Lê li vir jî nikarî tiştekî bikin. -
Li Liceyê 'şehîdgeh' hat bombekirin, li Dêrsimê rê hat girtin
Artêşa Tirk li navçeya Amed Liceyê, herêma ku "Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar" lê ye, careke din bombe kir. -
Konferansa Neteweyên Demokratîk ên Bêstatu li Rojava destpê kir
Li Rojava 1. Konferansa Neteweyên Demokratîk ên Bêstatu tê lidarxistin. Di axaftinên li konferansê de hat destnîşankirin, ku Şoreşa Rojava nîşan daye ku afirandina cîhanek bi kêrî gelan tê, pêkan e. -
Hevserokê KCD-E Ceylan: Em li Ewropayê seferber bibin
Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan bang li Kurdên li Ewropayê û hemû derdorên demokratîk kir ku biçin ser sindoqan. Ceylan got, "Ji bo hesap ji komkujiyên Amed, Pirsûs û Enqereyê bê pirsîn, em dengê xwe bidin HDP'ê." -
KONGRA-GEL: Di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de şert û mercên serketinê hene
Hevserokatiya KONGRGA-GEL got, "Divê li hemberî şer pêşî li aştiyê bê vekirin. Ji bo bicihanîna wesiyeta şehîdên Enqereyê û hemû şehîdên me, em neçar in vê bi ser bixînin." -
Şirnexiyên dorpêçî şermezar kirin rastî êrîşê hatin
Êrîşa polîsan a li hemberî taxa Yenî Mahalle ya Şirnexê hînê dewam dike. Şêniyên taxê û parlamenteran li pêşiya taxê dorpêçiya polîsan şermezar kirin, lê rastî êrîşê hatin. -
KCD'ê li dijî êrîşên li hemberî goristanan bang kir
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), nerazîbûneke tund nîşanî operasyonên qirkirina siyasî û êrîşên li hemberî şehîdgehan da. -
1. Konferansa Aboriyê ya Rojava destpê kir
1. Konferansa Aboriyê ya Rojava, ku ji aliyê TEV-DEM'ê ve tê organîzekirin, bi beşdariya 250 delegeyan re li Rimêlanê destpê kir. -
'Rapora Rêxistina Efûyê dereweke ku rastiyan berevajî dike ye'
Meclîsa Rûspiyên Êlên Ereb ên Kantona Cizîrê, nerazîbûn nîşanî rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî dan, ku di raporê de dihat îdîakirin ku YPG bi zorê gel ji cih û warên wan derdixîne. -
Encamnameya civîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk
Di encamnameya civîna Hêzên Sûriyeya demokratîk de hat destnîşankirin, ku ew ji bo hemû pêkhateyên Sûriyeyê parastina rewa esas digirin û bi vê rêxistinbûyînê re bingehê ji hêzeke niştimanî ya Sûriyeya pêşerojê ava dikin. -
Gelê Geverê li dijî êrîşa polîsan li ber xwe da
Li navçeya Geverê, polîsan hewl dan êrîşî taxên Orman, Kişla û Cûmhûriyetê bikin.