Li Geverê polîs nikare berxwedana gel bişikîne
Polîsên tevgera taybet ên êrîşî Geverê dikin, li berxwedana gel rast tên. Polîsên Tirk dema ku jê nehat bikevin nava taxan, berê xwe dan şehîdgehan. Lê li vir jî nikarî tiştekî bikin.
Polîsên tevgera taybet ên êrîşî Geverê dikin, li berxwedana gel rast tên. Polîsên Tirk dema ku jê nehat bikevin nava taxan, berê xwe dan şehîdgehan. Lê li vir jî nikarî tiştekî bikin.
Polîsên tevgera taybet ên êrîşî Geverê dikin, li berxwedana gel rast tên. Polîsên Tirk dema ku jê nehat bikevin nava taxan, berê xwe dan şehîdgehan. Lê li vir jî nikarî tiştekî bikin.
Li navçeya Colemêrg Geverê, li hemberî êrîşên polîsan gel ber xwe dide. Tîmên taybet şevê din bi dehan wesayîtên zirxî û kepçeyên zirxî saet di 00.30'an de xwestin êrîş li taxên Orman, Kişla, Mezarlik û Cumhuriyetê bikin. Tîmên taybet ên tax dorpêç kirin tax gulebaran kirin û li ser vê yekê gel dest bi berxwedanê kir. Polîs û tîmên taybet li piştî taxa Ormanê li aliyê nuqteya polîsan a berê û şehîdgeha Ormanê xwest bikeve taxê û lê ciwanên bend danîn di çarçoveya xweparastinê de nobet digirtin destûr nedan polîs bikevin tax'ê.
Piştî êrîş zêde bûn welatiyên tax jî derketin kolanan û piştgirî dan berxwedanê. Li hemberî êrîşan ciwan çûn ser barîkatan û jinan jî bi tîlîliyan çalakiya deng derxistin. Polîsên rastî berxwedanê hatin nekarin bikevin nava taxan û li cihên hatinê ber bi taxan ve gulebaran pêk anîn. Li ser vê yekê dem dem pevçûn qewimî. Di encama pevçûnan de 2 kepçeyên zirxî derbe xwarin. Kepçeyê zirxî bi zorê bi wesayîta kaşker ji taxê hat derxistin. Polîsan di vê kêliyê de ji wesatiyên zirxî anonsa "Bihêlin em wesayîtên xwe bibin" kirin. Dîsa wesayîta zirxî ya li ser rêyê dixwest bikeve taxa Cumhuriyetê ket xendekê. Piştî vê yekê ji herêmê re gelek ekîb hatin şandin û wesayît bi seatan ji xendekê dernexistin.
DEMA JI WAN NEHAT BIKEVIN NAVA TAXÊ, BERÊ XWE DAN ŞEHÎDGEHÊ
Hêzên dewletê tevî hemû êrîşan nekarîn bikevin taxan û li ser vê yekê ber bi "Şehîdgeha Ormanê" ve dest bi êrîşê kirin. Lê ciwanên li dora şehîdgehê hatin cem hev bi kevir û molotofan pêşî li wesayîtên girtin. Li vir di encama êrîşa bombeyên gazê yên polîsan de yek jê jin 4 kes birîndar bûn. Welatiyên birîndar li malan hatin dermankirin û piştî li şehîdgehê hejmara welatiyan zêde bû wesayîtên zirxî neçar man xwe vekişînin.
Ciwanan heta navenda sûkê bi kevir û dirûşmeyan wesayîtên zirxî qewirandin û welatiyên li tax hatin, esnafên dikanên xwe girtin, xwendekarên dibistan boykot kirin û karkerên şaredariyê yên dest ji kar berdan bi deh hezaran welatî heya ber Otela Oslo dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmeyên "Îsyan îsyan", "PKK gel e gel li vir e", "Em ê bi berxwedanê qezenc bikin" û "Bijî berxwedan Geverê" hatin berzkirin. Piştî meşê Parlementerê HDP'ê Abdullah Zeydan axivî û berxwedana gel silav kir û got ku ew ê berxwedana xwe ya sivîl heta dawî bidomînin.
Piştî daxuyaniyê girse careke din ber bi şehîdgehê ve dest bi meşê kir û di wê demê de wesayîtên zirxî bi guleyên plastîk, bombeyên gazê û deng êrîş li ciwanan kir. Li ser vê yekê gel li taxan û navenda sûkê li kolanan dest bi berxwedanê kir.
Li navenda sûkê û taxan pevçûn didomin.