Şirnexiyên dorpêçî şermezar kirin rastî êrîşê hatin
Êrîşa polîsan a li hemberî taxa Yenî Mahalle ya Şirnexê hînê dewam dike. Şêniyên taxê û parlamenteran li pêşiya taxê dorpêçiya polîsan şermezar kirin, lê rastî êrîşê hatin.

Dorpêçandin û êrîşa hêzên taybet ên ser bi Qesrê yên li hemberî Taxa Yenî Mahalle, dewam dikin. Polîsên ku saet di 05:00 de dor li taxê girtin, demeke dirêj bombeyên gazê avêtin nava taxê û dûre bi çekan dest bi êrîşê kirin. Ciwanan nehiştin polîs bikevin nava taxê û gel jî ji bo şermezarkirina êrîşa polîsan daket kolanan.
Parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê Ferhat Encu û Leyla Bîrlîk ji danê sibehê ve hewl didin bikevin nava taxê, lê destûr ji wan re nehat dayîn.
Girseya gel a li kolana Cizîrê civiya, bi armanca şermezarkirina êrîşa li hemberî Taxa Yenî Mahalle, çalakiya 'derxistina deng' pêk anî. Lê belê polîsan bi bombeyên gazê êrîş kirin.
Encu yê li cihê bûyerê ye got, "Polîsan bi bombeyên gazê êrîşî kokma ku em parlamenter jî di nav de bûn, kirin."
Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez a li taxa di bin dorpêçî û êrîşan de ye, danê sibehê daxuyaniyek da û got, "Gelê me ji saet 05:00 û vir ve li kolanan e. Deng derdixîne û dorpêçî û êrîşê şermezar dike."
Îrmez der barê rewşê de gotibû: "Xuyaye ji bo binçavkirin û serdegirtinan xwestin bikevin nava taxê. Di destpêkê de bombeyên gazê avêtin, dûre bi çekan êrîş kirin. Heta niha birîndar an jî windahiya can nîne. Gel li kolanan li hemberî êrîşan li ber xwe dide. Dixwaze dorpêçiya polîsan bê rakirin. Ji ber dorpêçî û êrîşan zarok nikarin biçin dibistanan, xebatkar nikarin biçin ser karê xwe."