Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan bang li Kurdên li Ewropayê û hemû derdorên demokratîk kir ku biçin ser sindoqan. Ceylan got, "Ji bo hesap ji komkujiyên Amed, Pirsûs û Enqereyê bê pirsîn, em dengê xwe bidin HDP'ê."
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd li Ewropayê (KCD-E) Mûrat Ceylan bang li hemû Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Ewropayê dijîn kir, ku ji bo aştî û demokrasiyê biçin ser sindoqan û hemû endamên xwe xwest ku heta 25'ê Cotmehê bi tempoya seferberiyê bixebitin.
Hevserokê KCD-E Ceylan diyar kir ku AKP piştî 7'ê Hezîranê dest bi qetilkirina Kurdan kiriye û anî ziman ku hikûmeta AKP'ê li Amed, Pirsûs, Gimgim, Lice, Cizîr, Nisêbîn û gelek navendên din ên Kurdistanê komkujiyên giran kiriye. Ceylan bibîr xist ku herî dawî li Enqereyê di mîtînga hêzên aştî, demokrasî û azadiyê de komkujî hatiye kirin. Hînê şehîdên aştiyê yên li Enqereyê tên oxirkirin, lê faşîzma AKP û dîktatoriya qesra korsan, hînê li aştiyê dixin."
Ceylan da zanîn ku berpirsyarê zextên li Kurdistan û Tirkiyeyê hikûmeta AKP'ê ye û ev nirxandin kir: "Li kolanên Kurdistanê hînê gule dibarin. Hêzên demokrasiyê yên di çarçoveyeke demokratîk de dadikevin kolanan û dixwazin hesabê komkujiya Enqereyê were pirsîn, rastî êrîş, operasyonên qirkirinê û binçavkirinan tên. Berpirsyarê polîtîkaya zext û qetlîamker ên li Kurdistan û Tirkiyeyê AKP û Qesra korsanl e. Hêzên ku beriya hilbijartinên 7'ê Hezîranê bi ceribandina modelên her şêwe êrîşan re hewl dan HDP'ê di binê bendê de bihêlin, piştî encamên hilbijartinê yên 7'ê Hezîranê ew bi xwe di binê bendê de eciqîne. Piştî vê têkçûnê, desthilatdaiya heyî asta êrîşkariya xwe zêde kir û dest bi konsepteke nû ya şer kir. Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, komkujiyên sivîlan li Bakurê Kurdistanê, êrîşên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê, hedefnîşandana Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û girtina bi sedan rêveberên hilbijartî, nîşaneyên vê yekê ne."
'DIVÊ EM HESAP JI FAŞÎZMA AKP'Ê BIPIRSIN'
Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan bang li her kesî kir ku ji bo pirsîna hesabê van êrîş û komkujiyan, heta 25'ê Cotmehê biçin ser sindoqan, dengê xwe bi kar bînin û got, "Em ji malbatên şehîdan ên di vê komkujiya bi xwîn de jiyana xwe ji dest dane û hemû hêzên demokrasiyê re dibêjin ku em ê vê têkoşînê mezin bikin. Li ser vê bingehê, mîna 7'ê Hezîranê di 1'ê Mijdarê de jî wê bi kombûna gelan re vîneke xurt a aştî, demokrasî û azadiyê derkeve holê. Em dizanin ku hemû gelên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Ewropayê dijîn, gelekî bi şehîdên Enqereyê û hemû şehîdên têkoşîna azadî û demokrasiyê diêşin. Vê hêrsa xwe, bi çalakiyên xwe yên demokratîk re nîşan didin. Em li bendê ne ku şehîdên aştî û demokrasiyê weke fermanekê bibînin, biçin ser sindoqan û dîktatoriya AKP'ê têk bibin.
Pêwîste hilbijêrên li Ewropayê baş zanibin ku her dengekî were dayîn gelekî girîng e. Divê bi vê hesasiyetê nêzî hilbijartinê bibin û tavilê biçin ser sindoqan, dengê xwe bi kar bînin. Gelê me ku bi rojane li Ewropayê dadikeve kolanan û soza 'em ê hesap ji faşîzmê bipirsin' dide, girîng e ji bo hilbijartinê seferber bibe û heta 25'ê Cotmehê vê soza xwe bi cih bîne.
Em careke din şehîdên Enqereyê bibîr tînin û dibêjin ku hêzên aştî, demokrasî û azadiyê wê di 1'ê Mijdarê de AKP'ê di sindoqan de bifetisînin."