Li Liceyê 'şehîdgeh' hat bombekirin, li Dêrsimê rê hat girtin
Artêşa Tirk li navçeya Amed Liceyê, herêma ku "Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar" lê ye, careke din bombe kir.
Artêşa Tirk li navçeya Amed Liceyê, herêma ku "Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar" lê ye, careke din bombe kir.
Artêşa Tirk li navçeya Amed Liceyê, herêma ku "Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar" lê ye, careke din bombe kir. Walîtiya Amedê jî duh danê êvarê li Lice û Hênê derketina derve li 21 taxan qedexe kir.
Îro danê sibehê ji Walîtiya Dêrsimê jî daxuyaniyek hat. Hat ragihandin ku ji saet 07:00 û pê ve rêya bejahî ya navbera Dêrsim-Pilemûrê li çûn û hatinê hatiye girtin.
Tevî biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê jî, herêma Sise ya navçeya Amed Liceyê, ku "Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar" lê ye, ji aliyê artêşa Tirk ve tê bombekirin. Şehîdgeh ji aliyê leşkeran ve hatiye dorpêçkirin.
Mertalên zindî yên ku zêdeyî meheke li ber şehîdgehê nobedê digirin, hînê li herêmê ne.
LI HÊNÊ Û LICEYÊ DERKETINA DERVE LI 21 TAXAN HAT QEDEXEKIRIN
Di vê navberê de Walîtiya Amedê, ji duh êvarê saet 17:00 û pê ve li 21 taxên navçeyên Lice û Hênê derketina derve qedexe kir. Taxên navçeya Hênê yên derketina derve lê hatiye qedexekirin ev in: Yûkari Tûrali, Akçayûrt, Kaledîbî, Başakli, Taşbûrûn, Guzelce, Karapîlyar, Aşagitûranli, Damlatepe, Çay, Horsel, Mezartarlasi, Siraevler. Taxên navçeya Liceyê yên derketina derve lê hatine qedexekirin ev in: Elmadere, Boylûca, Ayaz, Akçapinar, Şenlîk, Tûzlakoy, Bîrlîk û Şakan.
Her wiha li taxên Ortaç, Kayacik, Ûçari, Serînce, Arikli, Guçlu, Pinar, Dablo, Damar, Begendîk, Esenlî, Yalaza, Baglan, Bûdak, Tepe, Hacicemîl, Dolûnay, Çavûndûr, Çagdaş, Dîbekkoy, Sise, Sinir, Kûrûca, Ayşe, Hacihuseyîn, Siginak, Kabakaya, Guçlu, Kijikbadem, Pûneyn, Yamaşli, Yeşîlbûrç, Gurbeylî, Kûmlûca, Mûradiye, Acimeşe, Mengusî, Ziraht, Çalibuku, Dernek, Çalibuku Komû, Panaf, Turbe, Karagîz, Hacihan, Hamûk, Emînaga, Hantûras, derketina derve qedexe ye.
Li Liceyê jî taxên Dîbekkoy, Sise, Begendîk, Kevrêreş, Çagdaş weke "Herêma Ewlekariya Taybet" hatin ragihandin û destûr ji gel re nayê dayîn ku biçin herêmê.
Piştî ragihandina qedexeya derketina derve, li Liceyê xetên înternet û telefonê hatine birîn.
Ketin û derketina navçeyê ji aliyê leşkeran ve hatiye girtin.