Cenazeyê Ozpolat şandin Rihayê

Cenazeyê Haşîm Ozpolat ê ji aliyê polîsan ve li Wanê hate qetilkirin bi tilîlî û çepikan ber bi navçeya Siwêregê ve hate oxirkirin.

Cenazeyê Haşîm Ozpolat ê li Wanê li Cadeya Mîllî Egemenlîk di pevçûna derket de hate qetilkirin li morga Navenda Tibê Zanîngeha Yuzuncu Yil a Dursun Odabaşi ya Wanê bû lê nîvê şevê bêyî agahî bidin kesekî birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Heremê ji aliyê sedan kesan ve hate wergirtin û ber bi Siwêregê ve hate şandin. Cenazeyê Ozpolat di bin dorpêça hêzên dewletê de bi dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Kujer Erdogan" hat wergirtin. Dema ku cenazeyê Ozpolat derket rê malbatê peyama " Roj ne roja giriye bila bê zanîn ku kujer wê hesap bidin û ti caran wê ji têkoşînê paşve gav neavêjin" da.

Piştre cenaze yê Ozpolat Ozpolat bi tilîlî û çepikan ber bi Siwêregê ya Rihayê ve hate oxirkirin.

...