Gelê Geverê li dijî êrîşa polîsan li ber xwe da
Li navçeya Geverê, polîsan hewl dan êrîşî taxên Orman, Kişla û Cûmhûriyetê bikin.
Li navçeya Geverê, polîsan hewl dan êrîşî taxên Orman, Kişla û Cûmhûriyetê bikin.
Li navçeya Geverê, polîsan hewl dan êrîşî taxên Orman, Kişla û Cûmhûriyetê bikin. Polîs û tîmên taybet nîvê şevê saet di 24.00'an de bi wesayîtên zirxî tax dorpêç kirin û piştre dest bi êrîşan kirin. Li ser vê yekê ciwanên li ber bendan nobed digirtin, bi xweparastinê bersiv dan êrîşa polîsan û nehiştin polîs bikevin nava taxan. Piştî êrîşên polîsan zêde bûn welatiyên taxan jî derketin kolanan û piştgirî dan berxwedanê. Ciwanên taxan li ber bendan li ber xwe dan û jinan jî bi tîlîlî û çalakiya deng derxistinê bersiva dan êrîşan.
Polîsên ji ber berxwedanê nikarin bikevin nava taxan, gule li derdorê reşandin. Li ser vê yekê pevçûn derket.
Wesayîtekî zirxî ya polîsan a ku xwest bikeve taxa Cûmhuriyetê ket xendeka berê hatî kolandin. Piştî wesayîta zirxî ket xendekê gelek wesayîtên zirxî û ekîbên polîsan şandin herêmê. Ji ber vê yekê pevçûn dijwar bûn.
Di dema pevçûnan de 2 kepçeyên zirxî yên ji bo xendekan bigirin anîn jî hatin derbekirin. Wesayîtên derbe xwarin neçar ma vegerin. Perçeyên ji wesayîtan jêbûn li ser bendan man.
Ji taxên hînê êrîş û pevçûn lê diqewimin yek jî taxa Ormanê ye. Polîsên xwestin goristana cangoriyên PKK'yî û HPG'yî xera bikin êrîşî herêmê dikin. Lê bi sedan ciwanên dor li goristanê girtin bersiva polîsan didin û destûr nadin polîs nêzî goristanê bibin.
Ji ber êrîşa polîsan a li ser taxan 2 kes birîndar bûn û êrîş berdewam dikin. Ji ber bombeyên gazê yên polîsan jina bi navê Hayriye Yîgît birîndar bû û ji ber ku destûrê nadin ambulans bê li malê didin sekinandin. Hate zanîn ku ciwanekî navê wî nayê zanîn jî birîndar bûye.