1. Konferansa Aboriyê ya Rojava destpê kir
1. Konferansa Aboriyê ya Rojava, ku ji aliyê TEV-DEM'ê ve tê organîzekirin, bi beşdariya 250 delegeyan re li Rimêlanê destpê kir.
1. Konferansa Aboriyê ya Rojava, ku ji aliyê TEV-DEM'ê ve tê organîzekirin, bi beşdariya 250 delegeyan re li Rimêlanê destpê kir.
1. Konferansa Aboriyê ya Rojava, ku ji aliyê TEV-DEM'ê ve tê organîzekirin, bi beşdariya 250 delegeyan re li Rimêlanê destpê kir.
1. Konferansa Aboriyê ya Rojava bi şiyara "Em axa xwe, ava xwe, enerjiya xwe bikin komin, jiyana azad ava bikin", bi beşdariya 250 delegeyên ji Kantonên Cizîr, Kobanê, Efrîn û ji Bakur û Başûrê Kurdistanê saet di 10'an de destpê kir.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê Dilşa Dêrik axaftina vekirinê kir û got, "Ji bo avakirina jiyaneke nû û aboriyeke rast a li Rojava, em kom bûne."
Konferansa ku delegeyan bi Kurdî, Asûrî û Erebî silav dan, wê du rojan dewam bike.
Li salona Navenda Çandê ya Aram Tîgran ku konferans lê tê lidarxistin, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, cangoriyên berxwedana Rojava Xebat Dêrik, Arîn Mîrxan, Şîlan Kobanê û ala TEV-DEM'ê hat daliqandin.
Her wiha gotinên Ocalan ên li ser aboriya civakî, weke pankart li salonê hatin daliqandin.
Piştî hilbijartina dîwanê û axaftina vekirinê, ev xal ji bo rojeva konferansê hatin diyarkirin:
-Axaftinên li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên Kantonên Cizîr, Kobanê, Efrîn û Yekîtiya Star,
-Xwendina peyamên saziyan
-Xwendin û nirxandina raporên xebatê yên li ser karê aboriyê,
-Xwendin û nirxandina rapora komîsyona Zîreetê,
-Xwendin û nirxandina rapora Pîşesaziyê,
- Xwendin û nirxandina rapora Bazirganiyê,
- Xwendin û nirxandina rapora Aboriya Jinê,
-Xwendin û nirxandina rapora Kooperatîfan,
-Pêşnûmeyên pêşniyar û biryaran, axaftina girtinê.
Encamên konferansê wê bi danezanekê bê aşkerakirin.