Ji TKP/ML-TÎKKO çalakiya ji bo bîranîna şehîdên Enqereyê
Gerîlayên TKP/ML-TÎKKO, rja 15'ê Cotmehê li hemberî qereqola Amûtka ya li navçeya Dêrsim Xozadê çalakiyek pêk anîn.
Gerîlayên TKP/ML-TÎKKO, rja 15'ê Cotmehê li hemberî qereqola Amûtka ya li navçeya Dêrsim Xozadê çalakiyek pêk anîn.
Gerîlayên TKP/ML-TÎKKO, roja 15'ê Cotmehê li hemberî qereqola Amûtka ya li navçeya Dêrsim Xozadê çalakiyek pêk anîn.
Hat ragihandin, ku di encama vê çalakiya ji bo bîranîna şehîdên Enqereyê hat lidarxistin de 2 çeper hatin îmhakirin û 4 leşker hatin kuştin.
Di daxuyaniya li ser navê TKP/ML-TÎKKO hat dayîn de hat ragihandin, ku roja 15'ê Cotmehê saet di 13:00 de li hemberî girê qereqola Amûtka ya li navçeya Dêrsim Xozadê çalakiyek hatiye kirin.
Li gorî daxuyaniyê, di vê çalakiya ji du baskan ve bi çekên giran û ferdî hatin kirin de 2 çeperên artêşa Tirk hatin îmhakirin û bi qasî 10 deqeyan derbên bi bandor li wan hatin xistin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di çalakiyê de 4 leşker hatine kuştin û piştî çalakiyê artêşa Tirk bi çekên giran gule li derdorê reşandiye.
TKP/ML-TÎKKO da zanîn, ku ev çalakî ji bo bîranîna şehîdên Enqereyê hatiye kirin.