Li taxa Kabiyê 30 hezar metre kevirên piyarê

Gerînendehiya Kar û Barên Fenê yê Şaredariya Sûra Amedê di çêkirin û kevirkirina rê û piyarê de xebatên xwe bênavber berdewam dikin.

Gerînendehiya Kar û Barên Fenê yê Şaredariya Sûra Amedê di çêkirin û kevirkirina rê û piyarê de xebatên xwe bênavber berdewam dikin. Şaredariya Sûrê li Taxa Kabiyê dest bi danîna kevirên parkê kir û xebatên xwe li taxê berdewam dike. Li gorî agahiyên ji xebatkarên Gerînendehiya Fenê heta niha derdora 30 hezar metre kevir danîne.

Şaredariya Sûrê ji demeke dirêj ve dest bi xebatên sererastkirina rê û kolanên gundên ku nû bûne taxên girêdayî şaredariya navçeya Sûrê xebatên xwe bênavber berdewam dike. Taxa Kabiyê jî yek ji wan gundên ku di dema dawî de bûye taxeke girêdayî navçeyê.

Bi armanca şopandin û kontrolkirina kar û xebatên ku li vê taxê tên kirin heyetek ji şaredariya ku ji Wekîlên Hevşaredaran Azîze Deger Kutlu û Îzzettin Candan, Alîkarên Hevşaredaran Naşîde Buluttekîn Can û Huseyin Kaya tevlî endamên Meclîsa Şaredariyê çûn serdana Taxa Kabiyê û li wir kar û xebatên keviran û sererastkirina rêyên taxê kontrol kirin.

Di dema kontrolkirina xebatan de Wekîlê Hevşaredaran Îzzettîn Candan anî ziman ku ji bo xebatên wan hê bileztir berdewam bikin divê û xizmeteke baştir pêşkêş bikin divê pêşî DÎSKÎ xebatên binesaziyê bike. Candan got ku hemû deverên DÎSKΠ xebatên xwe yê binesaziyê qedandine me li pey wan ew dever kevir kirine û rê sererast kirine.

Candan anî ziman ku wê bi hemû derfetên ku li ber destên wan hene xebatên xwe bênavber bidomînin û xizmeta gelê xwe bikin.

Piştî wê heyeta şaredariyê bi gelê taxê re sohbet kir, li pirsên wan guhdarî kirin û der barê pirsgirêkên taxê de li wan guhdar kirin.

...