'YBŞ li Şengalê xwehêzek e'

Fermandarê YBŞ'ê Mazlûm Şengal da xuyakirin ku YBŞ li Şengalê hêzeke xwe ye. Şengal destnîşan kir, ku ev hêza xwe li dijî çeteyên DAIŞ'ê têdikoş e û mora xwe daniye binê gelek serketinên leşkerî.

Fermandarê YBŞ'ê Mazlûm Şengal da xuyakirin ku YBŞ li Şengalê hêzeke xwe ye. Şengal destnîşan kir, ku ev hêza xwe li dijî çeteyên DAIŞ'ê têdikoş e û mora xwe daniye binê gelek serketinên leşkerî. Fermandara YPJ-Şengalê Raperîn Engîzek jî diyar kir ku YBŞ û YPJ xwehêza Şengalê ne û da zanîn ku divê hêzên Kurd êdî dest ji helwestên xizmetê ji gel re nakin, berdin.

Fermandarê YBŞ'ê Mazlûm Şengal û Fermandara YPJ-Şengalê Raperîn Engîzek, der barê salvegera damezrandina YBŞ'ê de ji ANF'ê re axivîn.

ŞENGAL: YBŞ TEVGEREKE ÎDEOLOJÎK Û FELSEFÎK E

Fermandarê YBŞ'ê Mazlûm Şengal da xuyakirin ku YBŞ di salvegera yekemîn a damezrandina xwe de ye û anî ziman ku divê YBŞ ne tenê ji aliyê leşkerî ve bê nirxandin. Mazlûm ragihand ku divê YBŞ weke rêxistineke îdeolojîk û felsefîk bê nirxandin, xwe li ser vê bingehê birêxistin kiriye û got, "Dema pêwîstiya gel bi hêza parastinê hebû, dema gel bi tenê hatibû hişt YBŞ hat damezrandin, soza da û şer kir. Gelek ji zarokên ê xakê xwe feda kirin, berdêl dan û hînê jî didin. Bi vî rengî em li xaka xwe xwedî derdikevin."

VÎNA YBŞ'Ê, DAIŞ TÊK BIRIYE

Şengal diyar kir ku psîkolojiya 'DAIŞ têk naçe' ya ku di nava hemû hêzên Kurd û gel de hatibû afirandin, bi saya hêza xwe ya YBŞ'ê ji holê hatiye rakirin û got, "Êdî hêzên Kurd û gelê me dizanin ku YBŞ li Şengalê hêzeke xwe ye. Û ev hêz li hemberî çeteyên DAIŞ'ê têdikoşe û mora xwe daniye binê serketinên leşkerî. Em bi hêza xwe operasyon û çalakiyan pêk tînin. Di nava salekê de ev vîn derket holê. Herî dawî di Pêngava Şîlo de YBŞ'ê careke din vîna xwe îspat kiriye. Em bi hêza xwe ketin nava herêma çeteyan, bi qasî 8 kîlometreyan em bi pêş ve çûn û di nava 4 rojan de 85 çete kuştin, cenazeyê 30 ji wan ketin destê me. Me bi dehan çek desteser kirin. Ev yek jî nîşan dide ku YBŞ hêzeke û dikare çi bike."

ŞERVAN LI AKADEMIYÊN YBŞ'Ê TÊN PERWERDEKIRIN

Şengal anî ziman ku di bin sîwana YBŞ'ê de xebatên akademiyê jî hene û da zanîn ku niha 6 dewreyên perwerdeyê yên ser bi vê akademiyê dewam dikin, her dewre 2 heta 4 mehan dewam dike. Şengal ragihand ku ji aliyê profesyonelbûyînê ve wan girîngî dane xebatên akademiyê, perwerdeyên wan bi tevlîbûnên xurt pêk tên, di van dewreyan de tevî perwerdeya leşkerî perwerdeyên îdeolojîk û siyasî jî tên dayîn û destnîşan kir ku her ciwanên Kurd xwedî potansiyela parastina xaka xwe ne, lewma girîng e beşdar bibin.

YBŞ NERAZÎBÛNA GELÊ BÊXWEDÎ HATIYE HIŞTIN E

Fermandarê YBŞ'ê Mazlûm Şengal da xuyakirin ku divê her kes baş bizanibe bê YBŞ çima ava bûye û got, "Dema li vir dijmin ferman rakir, hikûmeta navendî hebû. Piştî ku Mûsil ket, dest ji vir jî berdan. Dûre, gava çeteyan êrîşî Şengalê kirin hêzên pêşmergeyên PDK'ê jî gelê li vir bi komkujiyê re rû bi rû hiştin. Ev rastiyeke, dîrok bi vê dizane. Eger xwedî lê bihata derketin, bihata parastin, wê ev hemû neqewimîna. Vaye YBŞ jî nerazîbûnek ji ber vê helwestê ye. Dema wan ev der terikandin, gerîlayên HPG û YJA Star hebûn. Hejmara wan gelekî kêm bû, lê gel parastin. Piştre YBŞ roj bi roj mezin bû û veguherî xwehêzekê. Êdî ne gelê me wê gelê berê be, ne jî Şengal wê Şengala berê be. Gel bê hêz bû, lê niha xwedî hêz e. Gel bê siyaset bû, lê niha siyaseta xwe bi xwe dike. Bê dîplomasî bû, êdî xwedî dîplomasî ye. Doza azadiya xwe dimeşîne. Bi kurtasî YBŞ di nava gel de bersiva xwe dibîne. Gel YBŞ'ê weke temînata parastina xwe dibîne."

ÇIMA ŞÎLO?

Şengal diyar kir ku her kes li bendê bû li hemberî navenda Şengalê pêngavek were kirin, lê belê ev yek wê ti encamê bi xwe re nîne û anî ziman ku Geliyê Şîlo xwedî girîngiyeke stratejîk e. Şengal got, "Di nava gel, hêzên û çeteyên DAIŞ'ê de nêrîneke welê hebû, ku wê li hemberî navenda Şengalê pêngavek bê kirin. Lê belê me li şûna vê yekê, li Geliyê Şîlo dest bi pêngavê kir. Me xwest li vê derê xeteke parastinê ava bikin. Şîlo hem ji aliyê Sûriyeyê hem jî ji aliyê Iraqê ve xwedî girîngiyeke stratejîk e. Wekî din, çete bi giranî ji vê derê êrîşên xwe dikin. Hêzên xwe yên teqwiya ji vir derbas dikir. 11 êrîşên par hatin kirin, ji vî gelî hatin kirin. Bi rizgarkirina gelî re, hemû çiyayên Şengalê yên di destê çeteyên DAIŞ'ê de bûn hatin rizgarkirin. Bi vî rengî me gelê xwe yê li çiyayê Şengalê bi cih bûye, ewle kirine."

ENGÎZEK: HÊZÊN PÊŞMERGEYAN Û CEMAETAN XWE NÊZÎ FERMANDARIYA HEVPAR NEKIRIN

Fermandara YPJ'ê Raperîn Engîzek diyar kir ku beriya pêngavê wan xwestine fermandariyeke hevpar ava bikin, tevî gelek hevdîtinên wan jî hêzên pêşmergeyan û cemaetan xwe nêzî nêrîna avakirina fermandariyeke hevpar nekirine û anî ziman, ku operasyona Şîlo ya dawî jî, bi tenê bi alîkariya gerîlayên HPG û YJA Starê hatiye kirin.

Engîzek got, "Ji bo fermandariya hevpar me hevdîtin kirin, lê belê tevlî nebûn. Hem tevlî nebûn hem jî destek nedan. Ne pêşmergeyan ne jî hêzên koalîsyonê bi ti awayî destek nedan. Tevî hemû bangên me jî, siyaseteke mijûlkirinê meşandin" û da xuyakirin ku ew sedem û berprisyarên desteknedayîna hêzên koalîsyonê dizanin. Engîzek ragihand ku divê hêzên pêşmerge û cemaetê dest ji helwestên ku xizmetê nadin gel berdin û destnîşan kir, ku eger armanca wan azadkirina Şengalê be, divê bi YBŞ'ê re tevlî operasyonan bibin. Engîzek anî ziman ku eger ev pêk were wê Şengal di nava du rojan de azad bibe."

PLANÊN BÊYÎ XWEHÊZA ŞENGALÊ YPJ Û YBŞ'Ê, MEHKÛMÎ TÊKÇÛNÊ NE

Raperîn Engîzek hêzên pêşmerge û cemaetê yên ji bo azadkirina Şengalê bi berpirsyarî tevnagerin rexne kir û got, "Pirsgirêka me ya esasî azadkirina Şengalê ye. Madem hûn li Şengalê ne, madem li Şengalê hêzeke te heye, tu çima tevlî operasyonan nabe? Tu çima bi berpirsyariya azadkirina Şengalê ranabe? Hingî ev yek dikare bi awayekî zelal bê gotin; hin hesap tên kirin. Hesabên, gelo 'zerara me, qezenca me çi ye?' tên kirin. PDK li gorî hesabên xwe hewl dide civateke Êzidî ya bixe bin xizmeta xwe, biafirîne. Eger bi rastî jî armanceke wan a ji bo azadkirina Şengalê hebûya, vaye li vir weke YBŞ û YPJ xwehêza Şengalê heye, werin em Şengalê azad bikin. Di rewşeke berevajî de, bêyî hebûna YBŞ û YPJ'ê ti plan nikare bi ser bikeve."

ENGÎZEK: YPJ ŞENGAL HÊZA XWEPARASTINA JINÊ YE

Raperîn Engîzek bibîr xist ku YPJ'ê pêvajoyeke 10 mehan li dû xwe hişt, li hemberî şert û mercên gelekî giran têkoşiya û xwe gihand asteke ku di nava 10 salan de dikare bê bidestxistin. Engîzek ragihand ku vê rewşê di nava jin û gelê Şengalê de bersiva xwe dîtiye û destnîşan kir, ku sedema pêşketina di demeke ewqas kurt de, ferman û zilma li ser vî gelî tê ferzkirin e. Engîzek diyar kir ku jinên Şengalê jî nerazîbûneke wijdanî ya xwezayî li hemberî vê rewşê nîşan daye. Raperîn Engîzek da xuyakirin ku wan akademiyên xwe ava kirine, li van akademiyan dewreyên perwerdeyê yên xweser vekirine, hêzên xwe di perwerdeyê de derbas dikin û da zanîn, di rewşeke berevajî de, şerê bê perwerde wê şerekî kêmmayî be.

OPERASYONÊN YBŞ'Ê WÊ BIDOMIN

Mazlûm Şengal da xuyakirin ku YBŞ'ê operasyona Şîlo bi tena serê xwe kiriye û ragihand ku operasyonên şervanên YBŞ'ê wê nesekinin, bi pêş ve biçin û dikarin vê yekê bêyî tank, bêyî teknîk û bêyî balafiran jî bikin. Şengal destnîşan kir ku ew ji dayîna berdêlan natirsin û ji gel re serketin xwest.

...