HPG: Ji 27’ê Îlonê û vir ve 82 leşker hatin kuştin
HPG’ê ragihand ku di pevçûnên ku çarçoveya operasyona artêşa Tirk de, bi tevlîbûna 20 hezar leşkerî li herêma Bînbîr a Gelîyê Dostkî didome de, ji 27’ê Îlonê û vir ve 82 leşker hatine kuştin.

HPG’ê aşkera kir di pevçûnên ku çarçoveya operasyona artêşa Tirk a bi tevlîbûna 20 hezar leşkerî li herêma Bînbîr a Gelîyê Dostkî didome, ji 27’ê Îlonê û vir ve 82 leşker hatine kuştin. HPG’ê destnîşan kir ku Serfermandariya Giştî ya Tirk windahiyên xwe nade û hewl dide ku raya giştî bixapîne.
Navenda Çapemenî ûRagihandinê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand. HPG’ê got ku artêşa Tirk operasyona xwe ya 26’ê Îlonê li herêmên Bînbîr, Geliyê Dostkî yên girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê destpê kir, bi 20 hezar leşkerî hê jî didomîne. HPG’ê diyar kir tevî KCK’ê bêçalaktî îlan kir jî operasyona li herêma Çarçela berfirehtir kirine û îro jî ev bi heman leza xwe ve didome. HPG’ê got: “Di vê operasyonê de tevî top, tank û hawanan bi awayekî zêde balafir û helîkopterên Kobra jî bikar tînin û bomberdûmanên giran dikin. Dewleta Tirk ji bo bigihêje armancên xwe li hember hêzên gerîlayên me tevî teknolojiya pêşketî, bombeyên mîsket jî bikar tîne. Di vî şerê dijwar de hate diyarkirin ku ji 27’ê Îlonê heta niha 82 leşker hatin kuştin. Dewleta Tirk heta niha jî vê rewşa ji raya giştî vedişêre. Serfermandariya Giştî ya Tirk windahiyên gerîlayên îdîa dike û yên xwe nade, bi vê dixwaze raya giştî bixapîne. Di vê çarçoveyê de;
15’ê Îlonê ji saetên sibê heta danê êvarî artêşa TC li hember hêzên gerîlayên me, li herêma Geliyê Dostkî ya girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê operasyonek êrîşî pêk anî û pevçûnê rû da. Di van pevçûnan de 5 leşker hatin kuştin.
Artêşa TC a dagirker dixwaze li herêma Geliyê Dostkî operasyonê firehtir bike. Di pevçûnan de bi piştgiriya pêgerên hewayî yên bêmirov bomberdûmanên dijwar çêdibin. Her wiha, 15’ê Cotmehê danê êvarî, helîkopterên Kobra herêmên Tepê Koordîne, Tepê Bayê, Tepê Elok û Herkî yên girêdayî navçeya Şemzînanê bomberdûman û gulebaran kirin; piştî lêdanan jî bi helîkopterên Skorsky leşker danîn. Her wiha, pevçûnên li herêma Bînbîr jî hê berdewam dikin.
Di pevçûnên ji 27’ê Îlonê destpê kirine de 9 hevalên me li herêmên Geliyê Dostkî, Çarçela, Şehîd Fîkret û Veregozê bi lehengî têkoşiyan, berxwedanek bi heybet di vî şerê dijwar de nîşan dan û şehîd ketin. Ji ber bomberdûmanên bênavber û şerê heyî, me agahiyên der barê hevalên xwe yên şehîd dereng ragihand.
Ji 12’ê Cotmehê ve artêşa TC li hember herêma Cûdî dest bi operasyonekê kiribû. Qereqola Bespin a li vê herêmê, li hember herêma Cûdî bi obus, hawan û tankan ve êrîşên xwe didomîne.
Nasnameya hevalên me yên li Geliyê Doskî şehîd ketine:
Nasnav: Demhat Agir
Nav: Sînan Damar
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Navê dayik-bav: Halîme – Cafer
Dîrok û Cihê şehadetê: 27’ê Îlona 2015 / Colemêrg
Nasnav: Erdal Çiyareşk
Nav: Tamer Tîmûr
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dayik-bav: Feyruz - Suleyman
Dîrok û Cihê şehadetê: 27’ê Îlona 2015 / Colemêrg
Nasnav: Renas Hakî
Nav: Îdrîs Îşlek
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dayik-bav: Fatma – Edîp
Dîrok û Cihê şehadetê: 27’ê Îlona 2015 / Colemêrg
Nasnav: Şerîf Tolhildan
Nav: Lokman Allahyarî
Cihê jidayikbûnê: Serdeşt
Navê dayik-bav: Fatma – Sofî Îbrahîm
Dîrok û Cihê şehadetê: 27’ê Îlona 2015 / Colemêrg
Nasnav: Bedran Çarçella
Nav: Bedran Akgun
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Navê dayik-bav: Mekiye Yahya
Dîrok û Cihê şehadetê: 27’ê Îlona 2015 / Colemêrg
Nasnav: Bawer Mardîn
Nav: Serhat Alp
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê dayik-bav: Emîne – Mehmet Alî
Dîrok û Cihê şehadetê: 27’ê Îlona 2015 / Colemêrg
Nasnav: Harûn Çewlik
Nav: Mecnun Degîrmencî
Cihê jidayikbûnê: Çewlik
Navê dayik-bav: Zeytîn – Yuksel
Dîrok û Cihê şehadetê: 27’ê Îlona 2015 / Colemêrg
Nasnav: Mervan Merîvan
Nav: Şeywan Mudeberî
Cihê jidayikbûnê: Merîwan
Navê dayik-bav: Meryem – Emin
Dîrok û Cihê şehadetê: 27’ê Îlona 2015 / Colemêrg
Nasnav: Reşo Amed
Nav: Mehmet Alî Tûran
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dayik-bav: Zekiye – Mehmet Siddik
Dîrok û Cihê şehadetê: 27’ê Îlona 2015 / Colemêrg.”