KONGRA-GEL: Di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de şert û mercên serketinê hene
Hevserokatiya KONGRGA-GEL got, "Divê li hemberî şer pêşî li aştiyê bê vekirin. Ji bo bicihanîna wesiyeta şehîdên Enqereyê û hemû şehîdên me, em neçar in vê bi ser bixînin."
Hevserokatiya KONGRGA-GEL got, "Divê li hemberî şer pêşî li aştiyê bê vekirin. Ji bo bicihanîna wesiyeta şehîdên Enqereyê û hemû şehîdên me, em neçar in vê bi ser bixînin."
Hevserokatiya KONGRA-GEL der barê hilbijartinên 1'ê Mijdarê de daxuyaniyek weşand û got, "Divê li hemberî şer pêşî li aştiyê bê vekirin. Ji bo bicihanîna wesiyeta şehîdên Enqereyê û hemû şehîdên me, em neçar in vê bi ser bixînin."
Di daxuyaniya nivîskî de hat ragihandin, ku şerê gemarî yê ji bo avakirina dîktatorya faşîst a Erdogan li dijî gelên li Kurdistanê tê meşandin, gihaştiye wê radeyê ku li Enqereyê girseya ji bo aştiyê dimeşiya bi awayekî komî qetil bike.
Hevserokatiya KONGRA-GEL diyar kir ku sedema komkujiya hovane ya li Enqereyê, tirsa qesrê ya ji rabûna ser piyan a hemû gelên bindest û mezlûm e û got, "Sûltan ketiye nava tirsê, lê tirs bi kêrî rizgariyê nayê.
Gladyoya qesrê ya ditirse desthilatdariya xwe winda bike, bi qetilkirina mirovên ji bo aştiyê ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hatibûn Enqereyê re, dixwaze çavê raya giştî ya mûxalîf bi komkujiyan re bitirsîne û di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de encama dixwaze, bi dest bixe.
Ji ber van hemû sedeman, hilbijartinên 1'ê Mijdarê ji bo hemû gelên Kurdistan û Tirkiyeyê, ji bo bindestan gelekî girîng in. Ji ber ku di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de ya wê biryara şerekî girantir, yan jî biryara aştiyê bê dayîn. Eger eniya şer a serkêşiya wê AKP dike bi ser bikeve, şerê gemarî yê niha qesr dimeşîne, wê dijwartir bibe.
Eger eniya aştî û demokrasiyê ya HDP temsîla wê dike di van hilbijartinan de serketineke girîng bi dest bixe, wê eniya şer winda bike û pêşî li pêvajoyeke aştî û çareseriyê vebe."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de şert û mercên serketineke emzin hene û hat ragihandin, ku şerê qirêj ê ji bo hegemonya faşîst a Erdogan li Kurdistanê tê meşandin, bi komkujiya li Enqereyê re, di nava gelên Kurdistan û Tirkiyeyê de roj bi roj vediguhere teqîneke mezin a hêrsê.
Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku eniya aştî û demokrasiyê ya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê li hemberî faşîzma Erdogan ava kirine, êwîste di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de dawî li xewn û xeyalên sûltaniyê yên Erdogan bîne û hat gotin, "Divê li hemberî şer pêşî li alternatîfa aştiyê were vekirin. Ji bo bicihanîna wesiyeta şehîdên Enqereyê û hemû şehîdên me, em neçar in vê bi ser bixînin.
Şert û mercên bi ser xistina vê yekê hene. Erdogan û AKP bi qasî ku şehîdgehên me hilweşîne, şehîdên me li pişt panzerê bi erdê re kaş bike û bêhurmetiyê li şehîdên me yên jin bike, bê exlaq bûne. Pêwîste em împaratoriya zilmê ya Erdogan û AKP a ji pitika 35 rojî heta dayikên me yên 75 salî mirovên qetil dike, biqedînin.
Ji bo vê jî, wezîfeyeke mezin dikeve ser milê gelên me yên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Ewropayê. Girîng e di vê hilbijartinê de her kes seferber bibe. Ji bo dengdayînê deh roj man. Roja dawî ya dengdayînê 25'ê Cotmehê ye. Divê em welê bixebitin ku ti kesê dengê xwe bi kar neaniye nemîne. Li ser bingeha xwedîderketina li emanetên şehîdên xwe yên ku ji aliyê faşîzma Erdogan ve hatine qetilkirin, divê her kes seferber bibe, dengê xwe bi kar bîne û derdora xwe bibe ser sindoqan."