Konferansa Neteweyên Demokratîk ên Bêstatu li Rojava destpê kir

Li Rojava 1. Konferansa Neteweyên Demokratîk ên Bêstatu tê lidarxistin. Di axaftinên li konferansê de hat destnîşankirin, ku Şoreşa Rojava nîşan daye ku afirandina cîhanek bi kêrî gelan tê, pêkan e.

Li Rojava 1. Konferansa Neteweyên Demokratîk ên Bêstatu tê lidarxistin. Di axaftinên li konferansê de hat destnîşankirin, ku Şoreşa Rojava nîşan daye ku afirandina cîhanek bi kêrî gelan tê, pêkan e.

1. Konferansa Neteweyên Demokratîk ên Bêstatu li bajarê Dêrikê yê Kantona Cizîrê, saet di 10:00 de destpê kir.

Konferans bi beşdariya 230 delegeyan destpê kir. Di nava van delegeyan de ji Amerîka, Brîtanya, Swêd, Fîlîpîn, Lîbya û gelek welatên din jî beşdar hene.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadî û demokrasiyê, konferans bi rojeva ji 6 sernavan dewam kir. Di konferansê de wê sernavên Konfederalîzma Demokratîk, Civaka Zayendîparêz û Xweparastinê bên nîqaşkirin.

HISO: KONFERANS WÊ XWESERIYA DEMOKRATÎK BI PÊŞ VE BIBE

Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Ekrem Hiso axaftina destpêkê kir û got, "Biratiya gelan û jiyana bi hev re bi keda şehîdan pêk hat. Ji bo Sûriyeya Demokratîk û Rojava ya Xweser, konferansê moral û hêzeke mezin da. Ev konferans wê tevkariyê li pêşvebirina projeyên me yên xweseriya demokratîk bike."

TAL: ROJAVA XIZMETÊ JI AFIRANDINA CÎHANA NÛ RE DIKE

Serokê Saziya Cîhana Nû Yûnas Tal ê Hollandayî piştre mafê axaftinê wergirt û da zanîn, ku li derveyî sînorên ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve hatine xêzkirin cîhaneke din heye. Tal bal kişand ser modela rêveberiya xweseriya demokratîk a û şoreşa li Rojava bi pêş dikeve û got, "Li derveyî rewşa netewe dewlet a heyî, modeleke din a alternatîf a xwe dispêre jiyana bi hev re ya gelan heye. Ji bo afirandina jiyaneke bi hev re ya gelan û civakan, me demeke dirêj li Ewropayê xebat meşandin. Ji ber ku li Rojava tecrûbeya xweseriya demokratîk hat jiyîn û encam jê derket, ji ber ku em dibînin ev yek xizmetê ji afirandina cîhaneke nû dike, me biryar dan parlamenta bajarê Dêrikê yê Rojava ava bikin."

Piştî axaftina Tal sînevîzyonek li ser xebatên amadekirina parlamentê hat nîşandan.

OSA: BI PRATÎKÊ RE ME NÎŞAN DA KU PÊKAN E

Alîkara Serokê Desteya Têkiliyên Derve ya Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Emîne Osa ku yek ji damezînerên konferansê ye, anî ziman ku Şoreşa Rojava li ser bingeha azadî û biratiya gelan afiriye. Osa got, "Şoreşa me li hemberî hemû êrîşan di pratîkê de nîşan da ku merc û derfetên jiyana bi hev re ya gelan hene."

Konferansa ku wê du rojan dewam bike, bi axaftina delegeyên ji welatên cuda, dewam dike.

...