'Em dixwazin tecrube û bîrdoziya Rojava esas bigirin'
Nûnera Bakurê Afrîka Sana Suleyman Mansurî ya Amazîg, di encama lêkolîn û şopdariyên xwe yên sê rojan de diyar kir ku wek gelê Amazîg dixwazin pergala rêveberiya xweseriya demokratîk a Rojava esas bigirin.
ANF
DÊRIK
în, 16 kewçêrê 2015, 18:39
Nûnera Bakurê Afrîka Sana Suleyman Mansurî ya Amazîg, di encama lêkolîn û şopdariyên xwe yên sê rojan de diyar kir ku wek gelê Amazîg dixwazin pergala rêveberiya xweseriya demokratîk a Rojava esas bigirin.
Li bajarê Dêrikê yê Rojava ku Kongreya Civîna Cîhana Nû ya bi dirûşma “demokrasiya bê dewlet” tê lidarxistin, Nûnera Amazîg (Mexrib) Mansûrî ya tevlî kongreyê bû diyar kir ku têkoşîna hêzên YPG/YPJ’ê ya li hember çeteyan ji bo tevayî gelên bindest çavkaniya hêviyê ye, berxwedana YPJ’ê jî hêz û moral daye tevgera jinên cîhanê.
Nûnera Amazîg- Afrîka Bakur û heman demê de rojnameger Sana Suleyman Mansûrî destnîşan kir ku sekna li hember DAIŞ’ê hişt ku jinên Kurd û Rojavayî bikevin rojeva cîhan û mirovatiyê û wiha got: “Tevî nerînên min û dîtinên min ên 3 rojên li Rojava, min der barê jinên Kurd û Rojavayî gelek lêkolîn kirin, tiştên hatine nivîsîn jî min xwendine. Jinên Kurd bi hêza xwe ya cewherî ve çeteyên DAIŞ’ê sekinandin. Dema ez li Rojava digeriyam, min dît ku jina Kurd di her qada jiyanê de aktîf e. Ez hêvî dikim ku her kes ji Rojava û ezmûnên wê dersên erênî derxin. Em ji aktîvîte û hêza jinên Rojavayî sûd wergirin û dersê jê derxin. Ji ber vê, we gelek karên baş bi ser xistin.”
Mansûrî tevî ku bi xeteriyan jî rû bi rû ne diyar kir ku divê hinek tişt bên kirin û wiha axivî: “Em hewl didin ku dengê xwe bigihînin her kesî.” Mansûrî diyar kir ku çiqasî pêwîstî bi pergala xwerêveberiyê hebe jî di qada xweparastinê de zeîf in û li rê û rêbazên çareseriyê digerin.
Mansûrî diyar kir ku bîrdoziyê de nêrînek wan heye û wiha got: “Em dixwazin ji bîrdozî û pergala rêveberiya demokratîk a Rojava sûd wergirin.”
Mansûrî bi bîr xist ku nexşeya gelê Amazîgh lê dijî pir girîng e û taybetmendiyên wê yên xwezayî hene û wiha berdewam kir: “Ev taybetmendî û hebûna xwezayî têra gelê Amazîg dike ku karibe xwe bi xwe rê ve bibe”
Mansûrî destnîşan kir ku dema li Rojava bû, çûye gelek cihî, der barê avakirina pergala xweseriya demokratîk û rêvebirina wê gelek lêkolînên bi detay kiriye û di vê mijarê de erênî difikire. Mansûrî wiha got: “Di tevahî vê pêvajoyê de ez fikirîm ku bê ka em ê çawa karibin vê modelê li welatê xwe bixin meriyetê.”
Mansûrî diyar kir ku cîhanek nû ya xwe dispêre îradeya gelên Rojava hatiye afirandin, bang her kesî kir ku bila werin vê pergalê bibînin, nas bikin û piştgiriyên xwe pêşkêş bikin.