Di encamnameya civîna Hêzên Sûriyeya demokratîk de hat destnîşankirin, ku ew ji bo hemû pêkhateyên Sûriyeyê parastina rewa esas digirin û bi vê rêxistinbûyînê re bingehê ji hêzeke niştimanî ya Sûriyeya pêşerojê ava dikin.
Gelek hêzên şoreşger ên li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê de têdikoşin, civîneke dîrokî lidar xistin. Di civînê de van hêzan di bin navê Hêzên Sûriyeya Demokratîk de yekîtiya xwe ava kirin. Her wiha ji bo hevkarî û koordînasyona di navbera hemû hêz û tabûrên şoreşger de Meclîseke Leşkerî hate avakirin û fermandariya wê jî hate diyarkirin. Bang li hêzên koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê hat kirin ku alîkariyê bide wan.
Encamnameya vê civîna damezrandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk a piştî civînê hat aşkerakirin, bi vî rengî ye:
"Civîna damezrêner a Hêzên Sûriyeya Demokratîk di 12’ê Cotmeha 2015’an de bi beşdariya fermandarên gelek hêz û tabûrên şoreşger hate lidarxistin. Di civînê de rewşa siyasî û leşkerî li Sûriyeyê û tevahî herêmê hatin nirxandin. Her wiha pêşketinên lezgîn ku li Sûriyeyê rû didin û metirsiyên li ser Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de hate gotin ku yekîtiya van hêzên li Sûriyeyê têdikoşin, gaveke rasteqîn ji bo şoreşa Sûriyeyê ye û ji bo pêdiviyên qonaxê û Sûriye ber bi aramiyê ve biçe, yekîtiya hêzên leşkerî pêwîstiyeke girîng e.
Di civînê de bi berfirehî li ser tecrûbeyên ku hêzên şoreşger di dema bihurî de hate rawestandin û ji serketinên şoreşê sûd jê hate wergirtin. Her wiha kêmasiyên ku bûn sedema şerpezebûna hin hêzên şoreşgerî yên rasteqîn ku xwe dispartin hêzên derve hatin şîrovekirin û hate gotin ku xwegirêdana bi hêzên derve ve faktora sereke bû ku şoreş ji riya wê ya rasteqîn bête derxistin.
Di civînê de hate destnîşan kirin ku yekîtiya hemû pêkhateyên Sûriyeyê û hêzên wan pêwîstiyeke girîng e. Armanca vê yekîtiyê ya sereke avakirina Sûriyeke demokratîk û piralî be û têde azadî û rûmeta civaka Sûriyeyê were parastin û hemû pêkhate mafên xwe yên rewa bistînin.
Di civînê de hate diyarkirin ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji bo hemû pêkhateyên Sûriyeyê li dijî hemû metirsiyan parastina rewa di têkoşîna xwe de esas digire. Her wiha ji bo hêzeke niştimanî ya Sûriyeya pêşerojê Hêzên Sûriyeya Demokratîk bingeh e.
Di civînê de her wiha soz hat dayîn ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk li gorî pîvan û hevpeymanên navneteweyî tevbigere û parastina hemû welatiyên sivîl bike. Di heman demê de bang li hemû hêz û tabûrên ku li Sûriyeyê şer dikin van pîvanên navneteweyî pêk bînin.
Di civînê de piştgiriya hêzên koalîsyona niştimanî ya li dijî DAIŞ’ê hate spaskirin û bang li wan kirin ku alîkariya xwe bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re bikin.
Ji bo hevkarî û kordînasyona di navbera hemû hêz û tabûrên şoreşger de Meclîseke Leşkerî hate avakirin û fermandariyên wê jî hate hilbijartin.
Di dawiya civînê de bang li hemû hêz û tabûrên ku hêjî cewhera şoreşa demokrasiyê diparêzin, ciwan û jinên ciwan ên hemû pêkhateyên Sûriyeyê hate kirin ku beşdarî nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk bibin."