Polîsan li Geverê ciwanek qetil kirin

Li Geverê êrîşên polîs ên li dijî gel berdewam dikin û ciwanek qetil kirin.

Li Geverê êrîşên polîs ên li dijî gel berdewam dikin û ciwanek qetil kirin.

Tîmên taybet û polîs ji şevê din ve bi wesayîtên zirxî li naçveya Geverê ya Colemêrgê êrîşi gel dikin û li navçeyê pevçûn pêk tên. Polîsên bi wesayîtên zirxî gel gulebaran kirin, ciwanek qetil kirin. Polîsan di dema pevçûna de li Navenda Kar a Orîentê ya li nêzî terqarê ya Girtîgeha Kevin, ciwanê bi navê Azad ê 20 salî qetil kirin. Hat ragihandin ku gelek gule li serê ciwan xistine û ji ber vê yekê serê wî perçe bûye.

Polîsên ciwan qetilkirin piştre vekişiyan kolanan, dermanfiroş û gel li terqarê, li cihê ciwan hatiye qetilkirin kom dibin.