KCD'ê li dijî êrîşên li hemberî goristanan bang kir

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), nerazîbûneke tund nîşanî operasyonên qirkirina siyasî û êrîşên li hemberî şehîdgehan da.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), nerazîbûneke tund nîşanî operasyonên qirkirina siyasî û êrîşên li hemberî şehîdgehan da.

Di daxuyaniya nivîskî de hat ragihandin, ku di encama bangên ji bo bidawîkirina pêvajoya şer û ji nû ve destpêkirina diyalog û muzakereyê de KCK'ê biryara bêçalakîtiyê ya yekalî wergirt. KCD'ê got, "Em vê biryarê bi rêzdarî pêşwazî dikin. Em gelekî girîng dibînin ku hêzên dewletê jî bi rawestandina operasyonên leşkerî û siyasî bersivê bidin vê biryara bêçalakîtiyê û ji bo ev rewş veguhere agirbesteke mayînde, derfet bê dayîn."

'PROVOKASYONA MEZIN'

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

"Em bawerin ku agirbesteke mayînde wê pêşî li vegera li pêvajoya Dolmabahçeyê û dewamkirina pêvajoya aştî û çareseriyê veke. Ji ber vê yekê, em ji operasyonên leşkerî û siyasî yên rojên dawî zêde bûn, bi fikar in. Binçavkirin, girtin û dûrxistina ji wezîfeyê ya hilbijartiyan, bombekirina cihên pîroz ên gelê me goristanên me ji aliyê balafirên şer ve, provokasyoneke mezin e.

Em bang li gelê xwe, hemû rêxistinên civakî yên sivîl, parêzvanên mafên mirovan, derdorên baweriyan û partiyên siyasî dikin ku hişyar bin û bikevin nava hewldanên astengkirina van operasyonan."