Gerîlayê HPG’ê Atabay spartin axê

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Emrah Atabay ê li çoltera Elkê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Ebexê hate definkirin.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Emrah Atabay ê li çoltera Elkê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Ebexê hate definkirin.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Emrah Atabay (Îbrahîm Sari) ê li çoltera Elkê 24'ê Îlonê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê ji aliyê malbatê ve hate wergirtin û di ketina Wanê bi konvoyê hate pêşwazîkirin. Ji ber ku saetên dereng ên şevê bû cenaze ewil anîn Mala Şînê ya Taxa Cevdetpaşa. Serê sibehê cenaze ji vir hate wergirtin anîn Taxa Kel a Ebexa Wanê. Parlamenterê HDP'ê Selamî Ozyaşar, namzeta HDP'ê Zozan Yelîz Yildirim, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê û rêveberên HDP û DBP'ê jî di nav de gelek welatî beşdarî merasîmê bûn. Cenaze bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" "Qatil Erdogan" birin goristana taxê.

Piştî wecîbeyên olî cenaze bi dûayan hate definkirin. Piştî ku cenaze hate definkirin girse derbasî mala şînê bû. Parlamenter Ozyaşar li vir axivî û got ku Îbrahîm Sari ji bo azadiya gelê Kurd jiyana xwe ji dest da.

Bavê Atabay, Mahsun Atabay jî axivî û wiha got: "Bila serê gelê Kurd sax be. Ev têkoşîn heta niha berdewam kir ji îro şûn ve jî wê dewam bike."

...