Hevşaredara Îpekyolu Bîdav ji peywirê hat dûrxistin

Hevşaredara Îpekyolu Aygun Bîdav bi biryara Wezareta Karên Hundir ji peywirê dûr hat xistin.

Hevşaredara Îpekyolu Aygun Bîdav bi biryara Wezareta Karên Hundir ji peywirê dûr hat xistin.

Hevşaredara Îpekyolu ya Wanê Aygul Bîdav ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywirê hat dûrxistin. Bîdav bi hinceta tevlî daxuyaniya îlankirine rêveberiya xweser bû ji peywirê hat girtin û bi yekê ji meha tebaxê heya niha hejmara hevşaredarên DBP'ê yên ji peywirê hatîn girtin derketin 19 kesan.

MECLÎSA ŞAREDARIYA ÎPEKYOLÛ JI PEYWIRÊ HAT DÛRXISTIN

Meclîsa Şaredariya Îpekyolu bertek nîşanî biryarê da. Hevşaredarê Îpekyolu Veysel Keser berî civîna meclîsê daxuyanî da û got ku Wezareta Karên Hûndir li hemberî şaredariyên DBP'î biryarên li dijî hiqûqê dide û wiha got: "Vîna bajarê ji 270 hezaran pêk tê tinehesibandin rast nîn e. Hê ti darizandin dest pê nekirî û dozgeriyê ti tişt ji me re negotî Wezareta Karên Hundir Bîdav ji peywirê girtin hiqûqî nîn e. Biryarek siyasî ye."

Berdevkê Meclîsa Şaredariyê Cevdet Altundag jî biryar şermezar kir û got ku ew vê yekê qebûl nakin.