'Rapora Rêxistina Efûyê dereweke ku rastiyan berevajî dike ye'
Meclîsa Rûspiyên Êlên Ereb ên Kantona Cizîrê, nerazîbûn nîşanî rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî dan, ku di raporê de dihat îdîakirin ku YPG bi zorê gel ji cih û warên wan derdixîne.
Meclîsa Rûspiyên Êlên Ereb ên Kantona Cizîrê, nerazîbûn nîşanî rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî dan, ku di raporê de dihat îdîakirin ku YPG bi zorê gel ji cih û warên wan derdixîne.
Meclîsa Rûspiyên Êlên Ereb ên Kantona Cizîrê, nerazîbûn nîşanî rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî dan, ku di raporê de dihat îdîakirin ku YPG bi zorê gel ji cih û warên wan derdixîne.
Meclîa Rûspiyên Êlên Ereb ên Kantona Cizîrê ku ji êlên “ El-Cihêş, El-Begara, El-Niêm, El-Şerabî û êla El-şemer” pêk tên û nûnerên pêkhateya Suryan Îshaq Ezîz û Tonî Kîso li gundê Hîmo ya girêdayî Qamişlo civîneke çapemeniyê li dar xistin.
Di civîna ku bi beşdariya gelek endamên dezgehên çapemeniyê hate li darxistin de daxuyaniya Meclîsa Rûspiyên Êlên Ereb der barê îdîayên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty) ku di rapora xwe ya dawiyê de hêzên YPG/YPJ bi 'koçberkirina bi zorê' ya şêniyên herêmê sûcdar dikir, hat xwendin.
Daxuyanî ji aliyê Berdevkê Fermî yê Meclîsa Rûspiyên Êlên Ereb ên Kantona Cizîrê û gunde warên Hesekê Iyad Mihemed El-Dexîl ve hate xwendin.
Iyad Mihemed El-Dexîl wiha got: “ Di 13’ê cotmeha 2015’an de raporek ji aliyê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty) ku ji aliyê Şêwirmenda Qirîzan a Rêxistinê Lema El-Feqîh ve hatibû amade kirin û tê de Hêzên YPG/YPJ’ê tewanbar dike ku sûcên dij mirovahî bi heqê welatiyên herêmê kiriye û malên wan rûxandine. Her wiha di raporê de hatiye gotin ku wan agahî ji şahidên ji herêmê girtine û wêne ji Satellite girtine.
Agahiyên ku di raporê de der barê pêkanîna Hêzên YPG/YPJ’ê koçberkirina niştecihên Ereb ji gundên wan hatine ziman ji rastiyê dûr in û derewin. Em weke Meclîsa Rûspiyên Êlên Kantona Cizîrê em bi tundî tiştê ku di rapara Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî de hatiye ziman şermezar dikin. Li herêmê ereb, kurd, xiristiyan û êzîdî bi sedê salan in, di welatekî de bi hev re bi ewle û aştiyane dijîn. Şîn û şahiyên wan yek in û her kes xwedî maf e.
Eger ku hûn dixwezin bi awayekî rast tiştê ku li herêmê tê jiyîn teqez bikin diviyabû ku we bi me Rûspiyên Kantonê re têkiyên xwe danîne. Ji ber ku em bêhtir bûyerên ku li herêma me rû dane, nas dikin. Wekî ku tê gotin (Xelkên Mekkayê bêhtir xwe nas dikin).
Me têkilî bi welatiyên herêmê re der barê agahiyên ku di rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty) hatiye ziman, danî. Welatiyan tiştê ku li ser zimanê rêxistinê hatiye weşandin înkar kirin.
Beriya demekê dîsa raporên ragihandin hêzên YPG/YPJ’ê bi heman tewanbariyê tewanbar kiribûn. Me têkilî bi welatiyan re der barê wê yekê de danî. Agahiyên ku wan dezgehên çapemeniyê ragihandibûn derew derketin. Mînak agahiyek ji me re hat ku Hêzên YPG/YPJ’ê Hêzên Asayîşê birayên me yên Ereb ji Çiyayê Kezwanan qewirandine. Me Rûspiyên Êla Begara û rûspiyên Herêmê şandeyek mezin ava kir û serdana Hêzên YPG/YPJ’ê kir. Em 4 saatan bi wan re civiyan û me detayên leşkerî yên sirî gotûbêj kirin. Lê gundên ser ve Çiyayê Kezwanan herêmên pevçûnên bi çeteyên DAIŞ’ê re bûn. Ji bo parastina birayên me yên li herêmê jiyan dikirin. Me bi YPG/YPJ’ê re li hev kir ku ji bo parastinê em welatiyan ji herêmê derxînin. Ji ber ku dijmin cudatiyê nake navbera sivîl û leşkeran. Ev rastî ye. Pêwîste Rêxistin agahiyên teqez ji çavkaniyên xwe werbigire.
Dema ku birayên me yên Asûr ji gundên Xabûr koçber bûn dîsa Hêzên YPG/YPJ’ê bi tewanên derew hatin tawanbarkirin. Dema ku em bi welatiyan re axivî, rastî aşkera bû ku çeteyên DAIŞ’ê ew koçber kirine û malên wan rûxandine.
Em dibêjin wêrankirin çêbû. Lê ne wek ku we di rapora xwe de aniye ziman e. Hêzên YPG/YPJ’ê malan wêran nakin. Çeteyên DAIŞ’ê mal wêran kirin. Her kes dizane çawa çeteyên DAIŞ’ê dema ku ji cihekê dirivin, malan diteqînin. Ev yek jî li gelek herêmên Sûriyê û Iraqê pêk hat.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty) çavkaniyê ku hewl didin hezkirinê di navbera hemû pêkhateyên civakê de rakin û dijminatiyê biçînin, ji xwe re bingeh girtine.
Em ji wan çavkaniyan re dibêjin hûn kesên xeyalî ne. Ji ber ku ereb, kurd, xiristiyan û êzidiyan ji destpêkê ve li ser yekîtiyê û biratiyê li hev kirine."
Berdevkê Fermî yê Meclîsa Rûspiyên Êlên Ereb ên Kantona Cizîrê Iyad Mihemd Daxîl axaftina xwe wiha bi daw kir: "Bi dirûşmeya hezkirinê ku kurd, ereb, xiristiyan û êzîdê pê bang dikin" Bijî Sûriyeke azad, bijî Sûriyeke azad û rûmet, bijî kesên rûmet ku axa xwe diparêzin."
Civîna çapemeniyê bi bersivdayîna pirsên rojnemevanan ji aliyê Berdevkê Fermî yê Meclîsa Rûspiyên Êlên Ereb ên Kantona Cizîrê Iyad Mihemd El-Dexîl ve bi dawî.