KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Şirnexê polîsan dor li sê taxan girtin, gel li ber xwe dide
Li Şirnexê polîsan dor li sê taxan girtin û tê gotin ku guleyan li malan direşînin. Şêniyên taxan daketin kolanan û êrîşa dewletê protesto dikin. -
Başûrê Kurdistanê ber bi ku ve diçe?
Di rojên dawî de li Başûrê Kurdistanê serhildanên gel, meş, boykotên mamosteyan, grevên kar ên karmendan, rojeva sereke ya bultenên nûçeyan e. -
Gerîlayê HPG’ê Atabay wê sibe li Taxa Kel a Ebex bispêrin axê
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Emrah Atabay (Îbrahîm Sari) ê di êrîşa hewayî ya Elkê jiyana xwe ji dest danîn ji bo bê definkirin anîn Wanê. -
Li Licê telefon û înternet hatin qutkirin
Piştî ku li navçeyên Hênê û Licê li 21 taxan derketina derve hate qedexekirin li Licê xetên telefon û înternetê jî hatin astengkirin. -
Gelê Êlihê li îradeya xwe xwedî derket
Hevşaredarê Êlihê Sabrî Ozdemîr diyar kir ku tenê gelê Êlihê dikare wan ji wezîfeyê bigire. -
Polîsan li Amedê bi çekan êrîşî gel kir
Polîsan li Rezan rasterast gel gulebaran kirin. -
Li Bînbîrê pevçûnên dijwar
Piştî KCK’ê biryara bêçalaktiyê îlan kir, artêşa Tirk li herêmên gerîlayên HPG’ê operasyonên xwe zêdetir kir. Operasyona artêşa Tirk a 26’ê Îlonê li herêma Bînbîr a girêdayî Geverê destpê kiribû jî didome. -
YPG’ê nasnameya 3 şervanan aşkera kir
Nasnameyên 3 şervanên YPG/YPJ’ê ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin aşkerakirin. -
Êrîşên artêşa Tirk ên li hember herêmên gerîla didomin
Li herêmên Zap, Avaşîn, Garê û Metîna ku pêgerên hewayî yên bêmirov keşfan pêk tînin, ji qereqolên ser sînor jî li hember herêmên gerîla bi obus, hawan û tankan bomberdûman pêk tê. -
'Em xwerêveberiyê ava bikin; destûrê nedin rêveberiyên mêtinger'
Komîteya Rêveberiyên Xwecihî û Ekolojî ya KCK’ê li hember polîtîkayên qirkirinê banga bilindkirina berxwedanê kir. -
Endamên meclîsê yên ji wezîfeyê hatin dûrxistin: Em biryarê nas nakin
Hevşaredarên Êlihê Sabrî Ozdemîr û Gulîstan Akel û 16 endamên şaredariyê yên Êlihê ku ji wezîfeyê hatin dûrxistin endamên meclîsê gotin; ‘Em vê biryarê nas nakin.’ -
Hêzên Sûriyeya Demokratîk hat ragihandin
13 hêzên şoreşger ên Sûriyeyê bi navê Hêzên Sûriyeya Demokratîk yekîtiya xwe fermî ragihandin. -
HPG’ê nasnameya gerîlayê li Şengalê jiyana xwe ji dest da aşkera kir
Fermandariya HPG’ê ya Şengalê ragihand ku gerîlayê bi navê Egîd Gabar di berxwedana Şengalê de jiyana xwe ji dest daye. -
Bayik: AKP'ê pêvajoya bêçalakîtiyê weke derfetê dibîne û êrîşî gerîla dike
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, komkujiya li Enqereyê û "pêvajoya bêçalakîtiyê" nirxand. -
KCK'ê bang li hilbijêrên li Ewropayê kir
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, der barê hilbijartinên 1'ê Mijdarê û dengdayîna li Ewropa de daxuyaniyeke nivîskî weşand. -
Li Başûrê Kurdistanê krîza siyasî dewam dike
Li Başûrê Kurdistanê, ji bo çareseriya krîza siyasî hînê vîneke şênber nehatiye nîşandan. Tevgera Goran ji hikûmetê hat derxistin. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê pêşniyar kir, ku dikare bibe navbeynkar. -
Hevşaredarên Geverê ji wezîfeyê hatin dûrxistin
Hevşaredarên Geverê Rûken Yetîşkîn û Tacettîn Safali, tevî endama Meclîsa Şaredariyê Nazîfe Evîn, ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji wezîfeyê hatin dûrxistin. -
Girtiyên PKK'yî dest bi greva birçîbûnê kirin
Girtiyên ji doza PKK'ê yên li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tên ragirtin, bi armanca şermezarkirina şerê ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hatiye destpêkirin, dest bi greva birçîbûnê ya ji bo du rojan kirin. -
Ozdemîr: AKP dixwaze Şaredariya Êlihê bi neheqî ji me bistîne
Hevşaredarê Êlihê Ozdemîr destnîşan kir ku hinceta "parçekirina welêt" a ji bo dûrxistina wî ji wezîfeyê weke sedem hatiye nîşandan, ti carî nayê qebûlkirin. Ozdemîr got, "Yên ku bi rastî hewl didin welêt parçe bikin û rê li ber kaosê vekin, ew in." -
Artêşa Tirk li Licê şehîdgehan bombe dike
Qada bejahî ya şehîdgehên aîdî gerîlayên PKK û HPG’ê ya li navçeya Licê ya Amedê careke din tên bombekirin. -
Li Sûrê dorpêça polîsan
Li navçeya Sûrê polîsên 4 rojan dorpêç kiribûn careke din bi wesayîtên zirxî dorpêç kirin. Hat ragihandin ku tîmên taybet ên ketin navçeyê bi ser malan de digirin. -
Polîs li Hezexê êrîşî Taxa Turgut dikin
Li navçeya Hezexê polîs bi wesayîtên zirxî hewl didin têkevin Taxa Turgut û di ketina taxê dengê teqîn û çekan bilind bûn. -
Hevşaredar û endamên meclîsê yên Şaredariya Êlihê ji wezîfeyê hatin wergirtin - HAT NÛKIRIN
Hevşaredar û 17 endamên meclîsê yên Şaredariya Êlihê bi talîmata Wezareta Karên Hundir ji wezîfeyê hatin wergirtin. -
Ji qereqolên ser sînor li hember Avaşîn, Zap, Metîna êrîş
Tevgera artêşa Tirk li herêmên gerîla didome. Herêmên Avaşîn, Metîna û Zap ên Herêmên Parastinê yên Medyayê bi hawan, obus û tankan ve hatin bomberdûmankirin. -
Hevşaredarê Xinisê Firat hat girtin
Hevşaredarê Xinisê Hasan Basrî Firat û Hevserokê DBP'ê yê navçeyê Emîn Aydin hatin girtin.