YPG’ê nasnameya 3 şervanan aşkera kir
Nasnameyên 3 şervanên YPG/YPJ’ê ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin aşkerakirin.
Nasnameyên 3 şervanên YPG/YPJ’ê ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin aşkerakirin.
Nasnameyên 3 şervanên YPG/YPJ’ê ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin aşkerakirin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 3 têkoşeran aşkera kir. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Berxwedanî û fedabûna li ser rûyê şoreşgeran tê resmandin û berxwedana Kobanê gihîşt asta serketinê û ev hemû bi saya şehîdan e ku xwîna xwe dan ji bo azadî û rûmeta gel. Di vê berxwedana bêhempa de sê şervanên me bi lehengî û qehremantiyeke mezin şer kirin û gihîştin asta şehadetê.
Em wekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di kesayeta Brusk Orhan de têkoşerên me tevahî şehîdên şoreşê bi bîr tînin soza xwe bi şehîdan re nû dikin û sersaxiyê ji tevahî malbatên şehîdan re dixwazin.”
Nasnameya şehîdan wiha ye:
Nasnav: Mezlum Kobanê
Nav: Nesan Mes Çermiş
Navê dayikê: Emîna
Navê bav: Esmaiyîl
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Cih û dîroka şehadetê: Serên 1- 10- 2015
Nasnav: Hêvî Ceker
Nav: Rûken Ebuzêd
Navê dayikê: Xanê
Navê bav: M.Xelîl
Cihê jidayikbûnê: Dêrik
Cih û dîroka şehadetê: Kobanê 27- 09- 2015
Nasnav: Brûsk Orhan
Nav: Perver Atlî
Navê Dayikê: Kamîle
Navê Bav: Harun
Cihê Jidayikbûnê: Malazgir
Cih û Dîroka Şehadetê: 1-10-2015 Eyn Îsa