Ozdemîr: AKP dixwaze Şaredariya Êlihê bi neheqî ji me bistîne
Hevşaredarê Êlihê Ozdemîr destnîşan kir ku hinceta "parçekirina welêt" a ji bo dûrxistina wî ji wezîfeyê weke sedem hatiye nîşandan, ti carî nayê qebûlkirin. Ozdemîr got, "Yên ku bi rastî hewl didin welêt parçe bikin û rê li ber kaosê vekin, ew in."
FERHAT ARSLAN
ÊLIH / ANF
pêncşem, 15 kewçêrê 2015, 07:00
Hevşaredarê Êlihê Sabrî Ozdemîr ê ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Tirk ve ji wezîfeyê hat girtin, ji ANF'ê re axivî. Ozdemîr destnîşan kir ku hinceta "parçekirina welêt" a ji bo dûrxistina wî ji wezîfeyê weke sedem hatiye nîşandan, ti carî nayê qebûlkirin. Ozdemîr got, "Yên ku bi rastî hewl didin welêt parçe bikin û rê li ber kaosê vekin, ew in."
Hevşaredarên Êlihê Sabrî Ozdemîr û Gulîstan Akel, tevî 16 endamên meclîsa şaredariyê, ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji wezîfeyê hat dûrxistin. Ozdemîr nerazîbûn nîşanî mijarê da û anî ziman ku ji ber daxuyaniya çapemeniyê biryarek bi vî rengî li hemberî wan hatiye dayîn. Ozdemîr diyar kir, ku wan ji sedî 75-80 ê dengan stendine û tevî vê yekê jî tê xwestin, ku bi rêbazên li derveyî hiqûqê, şaredarî radstî AKP'ê bê kirin. Ozdemîr da xuyakirin, ku her çend ew xwedî 28 endamên meclîsa şaredariyê ne jî, tê xwestin, ku şaredarî radestî AKP a xwedî 10 endaman e bê kirin. Ozdemîr der barê biryara li dijî wan hatiye girtin de wiha axivî:
"Ji ber ku em beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya ragihandina xwerêveberiya li taxa Baglar a Êlihê, em her du Hevşaredar û 16 endamên meclîsa şaredariyê ji wezîfeyê hatin girtin. Hikûmeta AKP'ê ya ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de têk çû û Serokkomarê welêt ê timî dibêje, 'hurmetê nîşanî vîna gel bidin' niha li bajarên Kurdistanê polîtîkayên qirkirina siyasî û înkarê xisitne dewrê. Herî dawî li Enqereyê 100 kes hatin qetilkirin. Niha jî radibin me ji wezîfeyê digirin. Di teblîgatê de îdîaya 'hûn welêt parçe dikin' tê kirin. Halbûkî em li wê derê beşdarî civîna çapemeniyê ya ji bo ragihandina xwerêveberiyê bûn. Serokkomarê ku heta roja îro li qenalên televîzyonê dibêje 'ez sîstema serokatiyê dixwazim' vê yekê bi zorê dixe meriyetê. Ji ber ku di 7'ê Hezîranê de gel li dijî vê sîstemê derket û tevî vê yekê jî ew bi israr dibêje. Dîsa jî em vê daxwazê weke daxwazeke demokratîk dinirxînin. Bila kerem bikin; di hilbijartinan de eger gel vê sîstemê erê bike, bila sîstema serokatiyê bide rûniştandin. Lê belê, tevî vê yekê serokwezîr û serokkomar bi jehra hêza mezin ketine. Serokkomar û hikûmeta ku daxwaza xwe demokratîk dibînin, ji bo daxwaza me dibêje 'cihêkarî'. Halbûkî hewldana me ji bo hevgirtina gelê me ye. Yê ku bi rastî dixwaze welêt parçe bike, dixwaze li welêt kaosê derxîne, ew in. Yê ku gelan ji hev cuda die Serokkomarê li Qesrê ye. Divê gelê me bi vê zanibe. Divê zanibin ku em ê yek bi yek li nava malan bigerin û vê yekê bi gelê xwe re parve bikin. Li vî bajarê ku me ji sedî 75-80 ê dengan stendine, bi destûra Xwedê em ê ji sedî 90 ê dengan werbigirin."
Ozdemîr anî ziman ku hikûmeta AKP dixwaze bi pêkanînên li dijî qanûnan re dixwaze îpotekê deyne li ser vîna gel û destnîşan kir, ku hikûmeta AKP'ê ya ku piştî hiqûq binpê kiriye, piştî hilbijartinên 1'ê Mijdarê de wê baldarî li hiqûqê bigere. Ozdemîr got, "Ez, serok Gulîstan û 18 hevalên me ji wezîfeyê hatin girtin. Hejmara me 28 e. AKP xwedî 10 endaman e. 10 bi 10 wê endamên meclîsê bigin weke hev. Ji wan nehat ku hemû endamên me yên şaredariyê ji wezîfeyê bigirin. bi vî rengî dixwaze Şaredariyê radestî AKP'ê bikin. Şaredariya me ya ku nikarîbûn bi rêya sindoqê werbigirin, hewl didin bi van lîstikên qirêj werbigirin. Ji bo operasyonên KCK'ê digotin 'endamên paralelê' ev kirin. Me dizanîbû ku yên paralelî ev kirin. Lê belê yên paralelî, li gorî qanûnê kirasek jê re didîtin û ev dikirin. Lê ev gelekî acemî ne. Polîs û dozgerên di bin kontrola serokwezîr de ne, gelekî bi acemîtî lîstikan dike. Didizin û dûre hewl didin binixumînin. Bi awayekî gelekî vekirî hiqûqê, destûra bingehîn binpê dikin. Dixwazin vê yekê ji gel re bêjin; 'Em ê ya li gorî dilê xwe bikin, em hiqûqê nas nakin'. Lê belê roj wê bê, hiqûq ji her kesî bêhtir wê ji wan re lazim be. Di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de wê nikaribin hikûmetê ava bikin û ji desthilatdariyê bikevin. Wê bi baldarî li hiqûqa ku niha binpê dikin, bigerin. Pêwîsta wan jî wê bi vê hiqûqê re hebe."