Polîsan li Amedê bi çekan êrîşî gel kir
Polîsan li Rezan rasterast gel gulebaran kirin.
Polîsan li Rezan rasterast gel gulebaran kirin.
Polîsan li taxên Yunusemre û Kaynartepe yên girêdayî navçeya Rezan a Amedê teror meşandin. Polîsên ku bi dehan wesayîtên zirxî û wesayîtên Ford Ranger tax dorpêç kirin, barîkatên ku gel ji bo polîs nekevin taxan ji berê de çêkiribûn bi wesayîtên zirxî hatin xerakirin.
Dema barîkat hatin xerakirin ku gel nerazîbûn nîşan da, polîsan derdor rasterast gulebaran kirin.
Polîsên barîkat xera kirin ji taxan veqetiyan.