Hevşaredarê Xinisê Firat hat girtin

Hevşaredarê Xinisê Hasan Basrî Firat û Hevserokê DBP'ê yê navçeyê Emîn Aydin hatin girtin.

Hevşaredarê Xinisê Hasan Basrî Firat û Hevserokê DBP'ê yê navçeyê Emîn Aydin hatin girtin.

Li navçeya Xinisê ya Erziromê duh piştî serdagirtina malan Hevşaredarê Xinûsê Hasan Basrî Firat û Hevserokê DBP'ê yê navçeyê Emîn Aydin hatibûn binçavkirin û piştî kar û barê li midûriyetê qediya ew derxistin edliyeyê. Piştî îfadeya li dozgeriyê Firat û Aydin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê bi hinceta "Endamê rêxistinê ne" biryara girtinê da û ew şandin Girtîgeha Tîpa H a Erziromê.