Bayik: AKP'ê pêvajoya bêçalakîtiyê weke derfetê dibîne û êrîşî gerîla dike

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, komkujiya li Enqereyê û "pêvajoya bêçalakîtiyê" nirxand.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, komkujiya li Enqereyê û "pêvajoya bêçalakîtiyê" nirxand. Bayik anî ziman ku AKP pêvajoya bêçalakîtiyê weke derfetê dibîne û êrîşî hêzên gerîla dike. Bayik destnîşan kir ku ev yek tê wê wateyê, ku wê di demeke nêz de şerekî giran biqewime.

Nivîsa Bayik a bi sernavê "Qesra ku komkujî veguheran derfetê" di rojnameyên Azadiya Welat û Yenî Ozgur Polîtîkayê de hat weşandin, bi vî rengî ye:

"Dema Tevgera Azadiya Kurd ragihand ku ew ê pêvajoya bêçalakîbûnê îlan bikin AKP yekser gotinên, “zikê me jê têr e” bilêv kirin û dubare kirin ku heta dawiyê ew ê şer bidomînin.

Piştî bêçalakîtiyê êrîşên leşkerî û operasyonên xwe berfireh kirin; girtin zêde kirin. Niha artêş bêçalakîtiyê mîna derfetekê dibîne û li gelek cihan ketiye êrîşê. Di pêvajoya bêçalakîtiyê de li hember herêmên di bin kontrola gerîlayan de êrîş dane destpêkirin. Di dema bêçalakîtiyê de ketina êrîşê ya ji bo bidestxistina herêmên di bin kontrola gerîlayan û êrîşkirina baregehên gerîlayan, yekser israra AKP’ê ya di şer de nîşan dide. Di roja yekemîn de bêçalakîtî bê wate hiştin. Li hin cihan komkirinên leşkerî pêk tînin. Ev jî tê wateya ku di demeke kin de wê şerê dijwar pêk werin. Hikûmeta AKP’ê bi rengekî vekirî dixwaze di pêvajoyeke ku alozî û şer dijwar bibe de zextên xwe bidomîne û bi vê yekê re xwe bigihîne encama ku dixwaze di hilbijartinê de bidest bixe.

Piştî biryara bêçalakîtiyê û komkujiya Enqereyê operasyonên komkujiya siyasî hatin berfirehkirin. Komkujiya Enqereyê, ji bo perçiqandin û çavtirsandina Tevgera Azadiya Kurd û hêzên demokrasiyê pêk anîn. Bi vê komkujiyê re atmosfera ku wê bi pêvajoya bêçalakîtiyê biafiriya, sabote kirin. Bi vê komkujiyê re atmosfera zextê domandin. Mîna ku ev êrîş ne li dijî gelê kurd û hêzên demokrasiyê bû, di bin navê qaşo têkoşîna li dij terorê de li dij hêzên ku bûn hedefa komkujiya Enqerê kampanyaya êrîşê dane destpêkirin. Di lîstika futbolê ya tîma neteweyî yê tirk ku li Konyayê pêk hat de ji bo qurbanên komkujiyê rêzgirtin pêk tê, lê yekser sloganên ku yên bûn qurban hedef digirin hatin berzkirin. Li dewsa yên komkujî pêk anîn bên şermezarkirin, bi têgihiştina yên komkujî pêk anîn sloganên êrîşa li dij hêzên demokrasiyê û şoreşgeran diqîrin.

Atmosfera vê komkujiyê mîna derfeta êrîşeke li dij HDP û hêzên demokrasiyê yên bûn hedefa heman komkujiyê bikar tînin. Difikirin ku di pêvajoya komkujiyê de nabe nûçe û rojev û gelek şaredar û rêveberên HDP’ê hatin girtin. Li herêma Serhedê şaredarên Agirî, Îdir, Qers, Erzirom, Wan û Mûşê şaredar li derve neman. Bi komkujiya li ser hêzên demokrasiyê, kirin hedef û her wiha di nav rojeva giran a komkujiyê de bi avêtina zîndanan a şaredar û rêveberan derbeyeke din tê xistin.

Ya rast van girtinan hilbijartin bêwate hiştine. Di hilbijartinên herêmî yên 29’ê adara 2009’an de dema DTP bi ser ket yekser şaredar û rêveberên DTP’ê hatin girtin û li dij encamên hilbijartinê şer dan destpêkirin. Tevgera demokratîk a kurd di hilbijartinên herêmî yên 2014’an de hejmara şaredariyên xwe zêde kir; di hilbijartinên 7’ê hezîranê de jî AKP ji Kurdistanê hate tinekirin û maliştin.

Piştî hilbijartinên 7’ê hezîranê di serî de şaderar li dij HDP’iyan kampanyayake nû ya êrîşê dan destpêkirin. Niha gelek şaredar di zîndanê de ne. Yên din rojane têne girtin. Duh hema hema tevahiya şaredarên herêma Serhedê hatin girtin. Di vê rewşê de çi wateya hilbijartinê dimîne? Hilbijartin wergerandin amûra xapandina cîhanê. Hilbijartinê pêk bîne lê encamên wê nas neke! Şaredaran bavêje zindanê, parlementeran nasneke! Naskirina parlementeran li aliyekî, dema wezîr HDP’î be wî naxine bajar û navçeyan.

Dîmenên bi şêwazekî hovane girtina parlementeran hêna taze ne. Yanî dikarin parlementeran jî bigirin, lê belê wê di cihanê de bibe rojev, rûpoşa wan bikeve û hemû zextên wan wê bêtir deşîfre bibin, ditirsin lewma wan nagirin. Ji ber vê yekê jî bi astengkirina xebatên wan bê bandor dihêlin. Ji xwe niha têgîn û hedefa wan bêbandorkirin e.

Hikûmeta AKP’ê atmosfera ku ji ber pêvajoya bêçalakîtî û ya ji ber komkujiyê afiriye veguherandiye derfetê. Li gel AKP’ê ne aqliselîm maye, ne pêşdîtina polîtîk û ne jî afirînerî. Amûrê çareseriya pirsgirêkên siyasî û civakî êdî li gel AKP’ê tine ne. Rêbezake bi tenê ya AKP’ê maye, ew jî çewisandin, bêdengkirin û tehekum e! Rêya li ser desthilatdariyê mayinê ji siyasetê derketiye, bûye çewisandin û bêdengkirin. Ev yekê jî Tirkiye ji her demê bêtir gihandiye ber qonaxa xeterê.

AKP ji bo li ser desilatdariyê bimîne afirandina alozî û dubendîkirina civakê mîna rêbazê bi kar tîne. Bi vê yekê re dixwaze hemû derdorên neteweperest û şoven bigire gel xwe û desthilatdariya xwe bidomîne. Ev dijwarî, pevçûn û dubendîkirin stratejiyek e ku Tayyip Erdogan bi zanebûn dimeşîne. Difikire ku bi vî rengî wê karibe Tevgera Azadiya Kurd û hêzên demokarsiyê karibe biçewisîne. Ger bala we bikişîne rojane dibêje werin li dij terorîzmê em bibin yek. Ev xistiye starejiya nû ya siyaseta xwe. Ev bi tena serê xwe nîşan dide ku li pişta komkujiya li Enqereyê Gladyoya Qesrê heye.

Lê belê bedêlê van polîtîkayên Tayyip Erdogan gelên li Tirkiyeyê didin. Ev dubendîkirin ji bo her cure provokasyonê atmosfereke siyasî diafirîne her wiha rê ji pevçûnan re vedike. Hemû komkujiyên pêk tên, êrîşên li dij gel û hêzên demokarsiyê; şer û pevçûnên li çiya û bajaran zêde dibin tev encamên zihniyet û şêwazê polîtîkaya Tayyip Erdogan in.

Divê hemû hêzên demokrasiyê û raya giştî ya navneteweyî ya demokratîk vê rastiyê bibînin. Li Tirkiyeyê demokrasî, aştî, aramî tenê bi sekna li dij vê zihniyet û polîtkayê pêkan e. Gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê yekîtiyê dixwazin. Tayyip Erdogan êrîşî vê yekîtiyê dike, dubendiyê diafirîne. Tevgera Azadiya Kurd bêçalakîtiyê îlan dike, lê belê leşker û polîs diçin ser gerîlayan.

Ji ber vê yekê divê hemû hêzên demokratîk ên cîhanê û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê li dij vê polîtîkayê rawestin. Ji bo ev rewşa Tirkiyeyê ji holê rabe, divê helwesta demokratîk û têkoşîn were bipêşxistin."