Li Sûrê dorpêça polîsan

Li navçeya Sûrê polîsên 4 rojan dorpêç kiribûn careke din bi wesayîtên zirxî dorpêç kirin. Hat ragihandin ku tîmên taybet ên ketin navçeyê bi ser malan de digirin.

Li navçeya Sûrê polîsên 4 rojan dorpêç kiribûn careke din bi wesayîtên zirxî dorpêç kirin. Hat ragihandin ku tîmên taybet ên ketin navçeyê bi ser malan de digirin.

Li navçeya Sûrê ya Amedê piştî pêkanînên rewşa awarte ya ku 4 rojan berdewam kir û dawiyê bi rakirina qedexeya derketina kolanê bi dawî bû, careke din polîsan gelek tax bi wesayîtên zirxî dorpêç kirin. Tîmên taybet ên bi bi dehan wesayîtên zirxî taxên Hasirli, Fatîh Paşa û Xançepekê dorpêç kirin. Hat ragihandin ku tîmên taybet deriyên malan dişkînin û dikevin hundirê malan. Polîs ji welatiyên taxê pirsa "Kesên biyanî yên hatine vir we dîtiye?" dikin. Hat zanîn ku nêzî 20 wesayîtên Ford Ranger ên bêplaqe û di înfazkirina welatiyên din de tên bikaranîn ketine nava taxan.