Li Başûrê Kurdistanê krîza siyasî dewam dike

Li Başûrê Kurdistanê, ji bo çareseriya krîza siyasî hînê vîneke şênber nehatiye nîşandan. Tevgera Goran ji hikûmetê hat derxistin. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê pêşniyar kir, ku dikare bibe navbeynkar.

Li Başûrê Kurdistanê, ji bo çareseriya krîza siyasî hînê vîneke şênber nehatiye nîşandan. Tevgera Goran ji hikûmetê hat derxistin. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê pêşniyar kir, ku dikare bibe navbeynkar.

Li Başûrê Kurdistanê, krîza bi daketina kolanan a karmendan re destpê kir, hînê nehatiye çareserkirin. Karmendên ku ev sê meh in nikarin mûçeyên xwe werbigirin, di 4'ê Cotmehê de dest bi grevê kirin. Ev çalakî di demeke kurt de veguherî krîzeke siyasî.

Di encama destwerdana çekdarî ya PDK û pêşmergeyên wan de 1 jê zarok herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. Avahiyeke PDK'ê hat şewitandin. Ji Hewlêr û cihên PDK lê serdest e, gelek rojnamevan û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl hatin derxistin.

Ji Tevgera Goran Serokê Parlamenta Herêma Kurdistanê Yûsûf Mihemed nikarîbû bikeve nava bajarê Hewlêrê. Derket holê ku Serokwezîr Nêçirvan Barzanî got ku heta serokê nû were hilbijartin wê Mihemed nikaribe bikeve nava bajarê Hewlêrê.

Heman piştî vê rewşê 3 wezaretên di destê Tevgera Goran de bûn, hatin desteserkirin. Ji van wezaretan li wezaretên Pêşmerge û Maliyeyê PDK'yî hatin bicihkirin.

PDK JI KRÎZA HEYÎ TEVGERA GORAN BERPIRSYAR DIBÎNE

PDK ji krîza heyî Tevgera Goran berpirsyar dibîne. Goran jî vê nêzîkatiya PDK'ê weke "darbeyek li demokrasiyê" pênase dike.

Di vê navberê de xwepêşandanên protestoyî dewam dikin. Mamoste di sibeha Çarşemê de li Silêmanî û Helepçeyê daketin kolanan û nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Mamosteyên ku nikarin mûçeyên xwe yên mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê werbigirin, anî ziman ku meha Cotmehê jî li vê yekê zêde bûye û dixwazin krîza budçeyê were çareserkirin.

KCK'Ê PÊŞNIYARA NAVBEYNKARIYÊ KIR

Ji bo çareseriya krîzê Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ji Rojnewsê re axivî û pêşniyara navbeynkariyê kir.

Bayik ev peyam da: 

"Divê Başûr pirsgirêkên xwe veguherînin pirsgirêkên xwe. Girîng e bi hev re li ser pirsgirêkan bisekinin, nîqaş bikin û li rêyên çareseriyê bigerin. Partiyên hewl bidin van pirsgirêkan bi hev re çareser bikin, wê di nava gel de bi pêş bikevin û xurt bibin (...) Eger partiyên me yên Başûr qebûl bikin, em dikarin rola navbeynkariyê bilîzin. Di çareseriya pirsgirêkên li Başûr de em dikarin bibin navbeynkar. Ev pirsgirêk roj bi roj giran dibe. Gel vê dibîne."

Pêşniyara Bayik ji aliyê gelek partî û siyasetmedarên Kurd ve bi erênî hat pêşwazîkirin. Rêveberê Partiya Civaka Îslamî ya Kurdistanê, yanî Komela Îslamî Şivan Raber anî ziman ku ew bi awayekî erênî nêzî pêşniyarên Bayik dibin.

Endamê Komîsyona Têkiliyên Dîplomatîk a Tevgera Goran Hoşyar Omer jî got, "Tevgera Goran, helwest û nêzîkatiya heyî ya KCK'ê dipejirîne. Di bingeha xwe de krîzeke siyasî heye. Kengî PDK fêm bike ku divê guhertin li herêmê bê kirin, li herêmê demokrasî nîne û ji ber ew dest ji kursiyên xwe bernadin welat ketiye rewşeke nebaş, hingî wê yekîtî pêk were."